Beledîyeya Peyasê bi dirûşmaya “di wêjeya kurdî de tekoşîna jinan” li Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan panelek li dar xist.
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan ya Cîhanî bi hevkariya Meclîsa Jinan û Gerînedetiya Polîtîkayên Jinan yên Şaredariya Peyasê bi dirûşma “Di wêjeya kurdî de tekoşîna jinan” li Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan ya li Parka 75an panelek li dar ket.
Panel bi moderatoriya Şukran Mizrak, wek axaftvan û panelîst jî bi beşdarîya nivîskar û rojnameger Roza Metîna û Sultan Yaray ve hat lidarxistin. Mijara panelê “di wêjeya Kurdî de tekoşîna Jinan” bû.
Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan, Endamên Meclîsa Jinan, Encûmenên Jin ên Şaredariyê, Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Fatma Taşli Tunç û gelek aktivîstên jin tevlî çalakîyê bûn. Axaftina pêşiyê ji aliyê moderator Şukran Mizgak ve hat destpêkirin. Mizgak li ser 8’ê Adarê hinek axaftin kir û panelîst da nasîn şûn de mafê axaftinê da Nivîskar û Rojnameger Roza Metîna.
‘Jîyana Gundan, Navê Nebatan û Jîyana Xwezayî bû Îlhama Wêjeyê! ’
Nivîskar û Rojnameger Roza Metîna piştî xêrhatina beşdaran kir, serboriya nivîsandina kurdî ji çi merheleyê da destpêkirin û îro di çi merheleyê de ye, got: “Sazîya ziman (kurdî-der) kir ku em nivîsa xwe bi pêş bixin. Ne bi tenê gramerê, her wiha dersên dîrokî, çandî û yên din jî kir ku em bibin xwedî fikr û ramanek gelemperî û pê nivîsa me xurt bibe. Di dema Kurdî-Derê de, me komên xwendinê ava kir, pirtûkên kurdî dinirxandin û paşê ji van karên kolektîf du komên hêja derketin û xebatên xwe wiha berdewam kir. Vê xebata bi rêya saziyên me ên mîna Komeleya Wêjekarên Kurd me meşand û bingeha wê hîn bêhtir xûrttir kir.”
‘Xebatên Kolektîf û Hevpar!’
Nivîskar û Rojnameger Metîna di axaftina xwe de bêhtir bal kişand ser tedbîr û tifaq, têkoşîna jinan û wiha domand: “Tedbîr û tifaq, têkoşîna jinan, bandora xwe li ser wêjekarên kurd kir. Bandora xwe wiha li civakê jî kir. Xebatên curbecur derketin holê. Di nava şert û mercên zor û zehmet de hilberandina nivîskaran biqîmet e. Ji bo çîrokên jinên di zindanê de jî xebatên kolektîf, ên hevpar me da avakirin û meşand. Berhema ‘Çîrokên Jinên Wêjekar’ mînake. Nivîskarên jin çîrok nivîsin, edîtora pirtûkê jin bûn. Vê hevgirtinê têkoşîna jinan ya hevpar di qada wêjeyê de xwe da der û dibe arşîvek ku bibe malê civakê. Tedbîr, tifaq û têkilîya xurt a di navbera jinan de, bandorê li ser pêşketina wêjeyê û her wiha li civakê dike. Rêxistinbûyîna jinan ya qada ziman û wêjeyê, pê re jî bandorê li civakê dike.”
‘Êrîşî Çapemeniyê Dikin. Helbest jî Rih Azad dike!’
Nivîskar û Rojnameger Metîna bal kişand ser qada çapemeniyê û wiha got: “Qada rojnemegerîyê jî giring e. Di hilberandinê de keda jinan tim li pêş e. Loma îktîdar tê ewilî êrîşî qada çapemenîyê û jinan dikin. Di vê qadê de derketina keda jinan gelek bi qîmet e. Pênûsa çapemeniya jinan loma giring e. Berhemên ku em hildiberînin û derdixin, naveroka berheman civakê derdixe pêş. Di helbest, di roman, di çîrokê xwe de ked, xwêhdan û berxwedana jinan heye. Gelek jinên ku dest bi nivîsîna wêjeyê kirin, pêşî bi helbestê dest pê dikin. Helbest xwedî rihekî azad e. Loma hîn rehettir e û hestên xwe bi hêsanî tîne ziman. Helbestkarên jin pirin. Min gelek helbest, çîrok û romanên bi pênûsa jinan hatiye nivîsîn jî xwendin. Bi rastî jî tê de êşek heye. Rastîya wan, xwesteka wan; jin di her qadê de didin der. Di du xalên sereke de xwe didin der; ‘têgeha azadîyê!’ Di wêjeya cîhanî de jî, kesên wek Emile Dickens tesîr li min kiriye. Bi mahlasên mêran mixabin, lê ev jî rastîya civaka mêrsalaran e.”
‘Zimanê Wêjeya Mêran Zimanekî Zayendperest e!’
Nivîskar û Rojnameger Metîna berî gotina xwe bi dawî bike wiha got: “Zimanê wêjeya mêran jî zimanê zayendperest e. Loma divê em xwe bi hevgirtinê xwe xûrt bikin. Pêwîst e em destên xwe bidin hev, bi hev re ber bi azadiyê ve gav bikin û wêjeyê jî pê re xûrt bikin. Em hêvî dikin, di qada rêxistinê de jî bi van hewldanên jinan hevgirtinê xûrt bikin. Bi hêvî me ku li dijî êrîşa li ser kesayeta me, li dijî jinbûna me, têkoşîna jinan her ku biçe mezintir bibe.”

‘Jinên Kurd Ji Wêjeyê Qût Nebûne!’
Nivîskar û Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk ya navendê Sultan Yaray jî bi axaftina xwe re ji bo amadekirina vê panelê spasiya xwe ji Gerînendehiya Polîtîkayên Jinan û Meclîsa Jinan ya Şaredariya Peyasê anî ziman û wiha domand: “Meriv çiqas mijara jinê vede ewqas jî hindik e. 5 hezar sal in pergalek û konsetepek wisa heye ku xwestine keda jinê her wext bin pê bike û tune bihesibîne. Lê jinan her wext li ber xwe dane. Jinên kurd tu carî ji wêjeyî qut nebûne. Her wext girêdane wan û wêjeyê bi hev re hebûye. Rêberê kurd birêz Ocalan tim dixwest jin bixwînin û binivîsînin. Divê li hember tewraz û keda me ya ku hatine çewisandin, em jin destên xwe bidin hev û xwedî li keda xwe derkevin. Lê îro ev derfet heye ku em li keda xwe xwedî derkevin. Mestûre Erdalanî yekem dîroknasa jin a Rojhilata Navîn e. Yên mîna wê divê tim hebin, loma divê em xwedî li keda wan jinan derkevin.”
‘Evîndarî Tiştan bi Meriv dide gotin!’
Nivîskar û Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk ya navendê Sultan Yaray bal kişand ser serboriya xwe û wiha domand: “Min bi çîrokê dest bi nivîsê kir. Ji bo min helbest tiştekî zehmet bû. Çîrok li gor helbestê rehettir bû. Bi herîkîna çîrokê re ez bûn evîndara azadîyê. Ev evîndarî tiştan bi meriv dide gotin.”
‘Pênûs û Lênûsk Hevalên hev in!’
Nivîskar û Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk ya navendê Sultan Yaray berî gotina xwe bi dawî bike wiha got: “Nivîs awayekî azadîyê ye. Pênûs û lênûsk hevalên hev ên pir bi qîmet in. Nivîs azadîyê dide mirov. Pêşnîyara min ev e ku her jin binîvîsin, berheman hilberînin û bidin çapkirin. A ku mayînde dimîne nivîs e. Bixwînin, binîvîsîn û wextên xwe jê re veqetînin. Em li erdnîgariyek wek Rojhilata Navîn in, loma lazim e û li gor wê qedir û qîmetê bidinê. Em dîroka xwe baş hîn bibin, gelek tişt wê bi xwe re bê hîn kirin û hêsantir kirin.”
Panel bi pirs û bersivan û nêrînên beşdaran gelekî domiya. Piştî pirs û bersivan bi şanenavkirina berhemên Nivîskaran bi dawî bû.
————————–
Nûçe ji Beşa Çapemenîyê ya Beledîyeya Peyasê hatîye girtin.
Foto: Beşdarên panelê ji çepê ber bi rastê ve: Sultan Yaray, Şukran Mizrak û Roza Metîna