Mala Zanînê navenda hîndekarîya jinan e

Mala Zanînê ya Aştiyê ku di bin banê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê de dixebite, ji bo jinan bûye navenda îlhama hilberînê û jin dibin xwedî pîşe.

Mala Zanînê ya Aştiyê ku di bin banê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan ya Şaredariya Peyasê de dixebite, ji bo jinan bûye navenda îlhama hilberînê û jin dibin xwedî pîşe.

Mala Zanînê ya Aştiyê ya li Taxa 500 Evlerê ku şêniyên li taxê dijîn tev koçberin, di bin banê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan ya Şaredariya Peyasê de xebatên kursên hunera destan û dirûtinê hatine vekirin hîn dibin, jin lê dibin xwedî pîşe û eleqeyeke mezin dibîne. Di encama kursên ku hatine vekirin de, jin ne tenê pîşeyê bi dest dixin, bi firotina tiştên ku hildiberînin dahata aboriyê jî bi dest dixin.

Jin dibin pisporên kar

Der barê mijarê de Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan wiha got:

“Di encama kursên ku me vekirine de jin dibin pisporên karê xwe. Em rêberiya wan dikin. Tiştên ew hîn dibin, hildiberînin û difiroşin. Ev yek tevkariya aboriya malbatê jî dike. Ji derveyî kursan, jin derfeta dirûtinê bi dest dixin, dikarin bi qumaşên xwe werin mala zanînê û bi derfetên şaredariyê hilberînê bikin. Em hewl didin bi xebatên xwe yên di vî warî de bi piştgiriya xwe ya jinan zêdetir bikin.”

Nûçe û foto ji Beşa Çapemenîyê ya Beledîyeya Peyasê hatîye girtin. 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Yekitîya Ewrûpayê ji bo Sûrîyeyê civîya

Yekîtiya Ewrûpayê ji bo piştgirîya bi Sûrîyeyê re îro li Brukselê civîya. Wezîrê Karên Derve …