Necat Ayaz
Peymana di navbera hikumeta Şamê û Rojavayê Kurdstanê de di rojeva navneteweyî de cîyê xwe girt.
Medyaya cîhanê cîyekî berfireh da nûçe û gotarên li ser vê mijarê.
Televîzyon, ajans û rojnameyan piranî peymanê bi gotinên “pir giring” û “dîrokî” pênase kirin.
The New York Times
Medyaya amerîkî piranî peymanê wekî “geşedaneke mezin” pênase kir.
Rojnameya The New York Timesê di bin vê manşetê de vê nivîsand:
“Peyman ji bo Şamê bû serkeftineke mezin ya ji bo yekitîya welêt ku dema serhildana li herêma beravê ya Sûrîyeyê didomîya.”
VOA
Malpera Dengê Amerîkayê (VOA) jî peymanê wekî “geşedaneke mezin” pênase kir û mafên çandî yên kurdan derxist pêş:
“Kurdên Sûrîyeyê wê bibin xwedî mafên xwe ku di nava wan de fêrkirin û bikaranîna zimanê wan ê di dema Esed de bi dehan salan hatibûn qedexekirin jî hene.”
The Guardian
Rojnameya îngilîz bi sernavê “Hikumeta Sûrîyeyê ji bo herêma bakurêrojhilat entegre bike, bi QSDya di bin pêşengîya kurdan de ye li hev kir.
Rojnameyê wiha dom kir:
“Peyman wê di heman demê de mafên kurdan ên ku demeke dirêj di bin rejîma Esedê ku zimanê kurdî ya li dibistanan û cejnên kurdan qedexe kiribûn, venase.”
France 24
Malpera beşa bi îngilîzî ya televîzyona Fransayê di bin manşeta “Hikumeta Sûrîyeyê bi rêveberîya kurd a di bin serdestîya kurdan de ya li bakurêrojhilat peyman îmze kir” de wiha got:
“Peyman hema hema du hefte piştî banga dîrokî ya damezrînerê PKKê Abdulah Ocalan ya ji bo çekberdan û xwejihevxistina koma milîtan hat îmzerkirin.”
Le Monde
Rojnameya Fransî Le Mond di gotara xwe ya dirêj a îro hat weşandin de peymanê wekî “dîrokî” pênase kir.
Di gotarê de hat gotin, “Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo bi hikumeta demî ya Şamê re peymanekê îmze bike, zexteke mezin li Mezlûm Ebdî kirîye.
Herwiha, Le Mondê dibêje, “kurd ji daxwazên xwe yên destpêkê yên otonomîya îdarî û leşkerî vegerîyane.
RTBF
Radyo-Televîzyona fransîaxêvên Belçîkayê RTBF di malpera xwe de nûçeyê bi sernivîsa “Sûrîye: Peymana dîrokî ya bi kurdan re ya ji bo entegrekirina sazîyên otonom a bi dewletê ve” da.
Di berdewamîya nûçeyê de hat gotin, peyman “civaka kurd wekî hêmaneke sereke ta dewleta Sûrîyeyê qebûl dike” û “mafên wan ên welatîbûnê û yên destûra bingehîn vedinase.
El-Cezîre
Televîzyona Qeterê El-Cezîreyê di nûçeyeke ku xwes spart nûçegîhaneke xwe, van tesbîtên balkêş kirin:
“Eger peyman têkeve merîyetê, wê hemû herêmê bi tevahî têxe bin kontrola hikumeta navendî ya Sûrîyeyê.”
“Herêma di bin kontrola QSDê de wê bibe xwedîyê otonomîyekê an na hîn ne dîyare.”
—————————–
Ev nûçe hat nûkirin.
Foto: Sernivîsa nûçeya RTBFyê