Jin ji Belçîkayê doza edaletê dikin

Doza pênc jinên kongoyî  îro li Dadgeha Temyîzê ya li Brukselê dest pê dike.

Her pênc jin maxdûrên kolonyalîzma Belçîkayê ne.

Maxdûrên kolonyalîzma Belçîkayê yên kongoyî daxwaza edaletê dikin.

Doza pênc jinên kongoyî  îro li Dadgeha Temyîzê ya li Brukselê dest pê dike.

Doza jinên maxdûr cara ewil di 2021an de hatibû rojeva darazê.

Lêbelê dadgeha belçîkî wê demê doza red kiribû.

Her pênc jin, di navbera 1946 û 1950an de li Kongoyê hatine dinyê.

Bavê jinên maxdûr belçîkîyên kolonyalîst in û dayikên wan kongoyî ne.

Dema jinên doza edaletê dikin hatine dinyê, ji malbatên xwe hatine girtin û li sazîyeke ji bo sêwîyan hatine bicîkirin.

Jinên xwedîyê vê dozê ji Belçîkayê daxwaz dikin, bi awayekî fermî lêborîna ji bo sûcên xwe yên dema kolonyalîzmê bixwaze.

Herwiha, di qonaxa duyemîn de jî bi armanca zirarên hatine dayîn bên telafî kirin doza tezmînatê tê kirin.

Hêjayî gotinê ye, Serokwezîrê Belçîkayê Charles Michel di 2018an de ji ber nîjadperestîya li hemberê zarokên ji dêavên belçîkî-kongoyî lêborînê xwestibû.

———————————————-

Foto: Dîmeneke rêveberîya kolonyal a Belçîkayê ya li Kongoyê/Arşîva Belgayê 

Infowelat

Holanda ji bo koledariyê lêborînê dixwaze

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Puerto Rico referandûma statuyê li dar dixe

Di referandûmê de wê sê pirs bên kirin: tevlîbûna Amerîkayê wekî eyaleta 51., serxwebûn an …