Lîderê mixalefetê Edmundo Gonzales dawîya dawî neçar ma terka Venezuelayê bike.
Gonzales ji bo îltîca bike duh çû Îspanyayê.
Lîderê mixalif ê Venezuelayê Edmundo Gonzales terka welêt kir.
Gonzalesê ev çendekî ye xwe veşartibû, duh ji bo îltîca bike çû Îspanyayê.
Wezîrê Karên Derve yê Îspanyayê Jose Manuel Albares ragihand, wê Îspanya mafê penaberîyê bide sîyasetvanê veneûelayî.
Edmundo Gonzales di daxuyanîya xwe ya li Îspanyayê peyama domandina têkoşînê da.
Gonzales got, “sebeba veqetîna min a ji Caracasê zext û gefên li hemberê min bûn.”
Gonzales axaftina xwe wiha dom kir:
“Em ê şerê xwe yê ji bo bidestxistina azadîyê û jinûveavakirina demokrasîya Venezûelayê bidomînin.”
Hilbijartina 28ê tîrmehê
Alozîya di navbera hukumeta Venezûelayê û mixalefetê bi hilbijartina serokatîyê ya 28ê tîrmehê kûr bûbû.
Piştî hilbijartinê hatibû ragihandin, serok Nicolas Maduro rêjeya % 51 û Edmundo Gonzales jî ji % 44ê dengan wergirtine.
Mixalefetê encamên fermî qebûl nekiribûn û îdîa kiribû, Gonzales ji % 67 û Maduro jî ji % 30ê dengan wergirtine.
Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê jî bi daxuyanîyekê encamên hilbijartinê qebûl nekiribû û rastetast destekê dabû Gonzales.
Gelek welatên Amerîkaya Latîn jî dabûn ser şopa Amerîkayê û pişta lîderê mixalif Gonzales girtibûn.
——————————————
Foto: Edmundo Gonzales/Medyaya Civakî
Infowelat