Aborîya Silêmanîyê li Iraqê yekemîn e

Silêmanî di warê pêşketina aborîyê de li başûrê Kurdistan û Iraqê yekemîne.

Ji % 30 hilberîna endustrîyê ya Iraqê û ji % 60ê hilberîna endustrîyê ya herêma Kurdistanê li Silamanîyê tê kirin.

Silêmanî di warê pêşketina aborîyê de li başûrê Kurdistan û Iraqê yekemîne.

Ev agahîya balkêş ji alîyê Cîgirê Serokwezîrê Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê Qubad Talabanî ve hat ragihandin.

Talabanî wiha axivî:

“Li gorî statîstîkan, Silêmanî di warê razemenîya aborîyê de parêzgeha yekemîn e. Ev rekor di sê salên dawî de hatîye bidestxistin.”

Qubad Talabanî got, armanca berfirehkirina binesazîya aborîyê ya hikumeta herêmî destnîşan kir û vîdyoyeke febrîqeyeke li Çemçemalê wekî serfirazîyeke dawî pêşkêş kir.

Hin agahîyên giring ên derbarê aborîyê Silamanîyê de wiha ne:

– Di 8 sektoran de 50 proje tên meşandin

– Ji bo van projeyan 2.6 milyar dolar hatîye xerckirin

Parêzgeha Silêmanî/Researchgate

– Ji % 30 hilberîna endustrîyê ya Iraqê û ji % 60ê hilberîna endustrîyê ya herêma Kurdistanê li Silamanîyê tê kirin.

———————————-

Foto:  Cîgirê Serokwezîrê Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê Qubad Talabanî/ X.com

Infowelat

Silêmanî dixwaze cuda bibe – 15 roj muhlet da hikûmetê!

infowelat.com

Li vê jî binêre

Komkujîya 1992an a Cizîr û Nisêbînê

Welat Ayaz  Bûyerên li Cizîrê û navçeyên Nisêbînê qewimîn bi navê “Newroza bi xwîn” derbasî …