Îspanya û Katalonya hevdîtinekê li dar xistin

Pedro Sanchez li paytext Barcelonayê bi serokê katalan Pere Aragones re hevdîtinekê kir.

Her du lîder di hevdîtinê de lihevkirina xwe ya li ser pênc meseleyên girîng ragihandin.

Lihevkirina herî girîng a Îspanya-Katalonyayê di meseleya dahata bingehîn de ye.

Hukumeta nû ya Îspanyayê hewl dide bi Katalonyayê re derî li demeke nû veke.

Serokwezîrê îspanyol Pedro Sanchez ji bo serdanê çû Katalonyayê.

Sanchez li paytext Barcelonayê bi serokê katalan Pere Aragones re hevdîtinekê kir.

Ev hevdîtin ji 2021’an û vir ve hevdîtina duyemîne ku di navbera lîderên Îspanya û  Katalonyayê de pêk tê.

Her du lîder di hevdîtinê de lihevkirina xwe ya li ser pênc meseleyên girîng ragihandin.

Lihevkirina herî girîng a Îspanya-Katalonyayê di meseleya dahata bingehîn de ye.

Sanchez qebûl kir, erka derbarê dahata bingehîn de transferê Katalonyayê bike.

Lidarxistina Maseya Diyalogê ya di her sê mehên ewil ên 2024’an de biryara duyemîn a hevdîtinê bû.

Biryara sêyemîn derbarê statuya zimanê katalanî ya di saziyên Îspanyayê de bû.

Li gorî vê, welatiyên katalan wê bikaribin bi katalanî xizmetê ji saziyên dewleta îspanyol werbigirin.

Du biryarên din jî di warê hatûçûnê û hilberîna navenda çîpên teknolojîk (Innofab) ên li Katalonyayê ne.

Serokwezîrê îspanyol daxwaza Katalonyayê ya ji bo dewrgirtina rêvebiriya riya hesinî Rodaliesê qebûl kir.

Herwiha Sanchez di heman hevdîtinê de ji bo Katalonya Innofabê damezrîne, lembeya kesk vêxist.

Sanchez ji radyoyê re axivî

Lîderê îspanyol xurtkirina otonomiya Katalonyayê ya di warê sîstema fînansî de wekî alternatîfa referandûma serxwebûnê pêşniyaz kir.

Pedro Sanchez di heman rojê de derbarê polîtîkaya xwe ya Katalonyayê de ji radyoya Rac1 re axivî.

Sanchez got, ew dixwaze aloziya polîtîk a bi Katalonyayê re çareser bike.

Serokwezîrê Sanchez got “ ew di bin çarçoveya Destûra Bingehîn de ji bo hevdîtina amade ye.”

Lîderê îspanyol xurtkirina otonomiya Katalonyayê ya di warê sîstema fînansî de wekî alternatîfa referandûma serxwebûnê pêşniyaz kir.

Sanchez di hevpeyvînê de ragihand, ew plan dike bi serokê katalan Carles Puigdemont re hevdîtinekê li dar bixe.

Puigdemont serokê berê yê Katalonyayê ye ku piştî referandûma 2017’an neçar mabû terka Katalonyayê bike.

Referandûma serxwebûnê

Serokê Katalonyayê Pere Aragones hevdîtina bi Sanchez re wekî “qonaxa nû” ya muzakereyan pênase kir.

Serokê Katalonyayê Pere Aragones hevdîtina bi Sanchez re wekî “qonaxa nû” ya muzakereyan pênase kir.

Aragones got, ew li bende ne şert û mercên lidarxistina referandûmeka duyemîn a serxwebûnê di dema serokwezîrtiya Sanchez de pêk werin.

Aragones dîtinên xwe wiha îzeh kir:

“Em ê çareseriya xwe ya ji bo aloziya polîtîk biparêzin: Ev jî li Katalonyayê lidarxistina referandûma self-determînasyonê ye.”

Infowelat

————————-

Foto: Hevdîtina Sanchez û Aragones / Malpera Hukumeta Îspanyayê

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …