Çad destûra bingehîn erê kir

Rêvebiriya Çadê ragihand, % 86 ji hilbijêran ji bo Destûra Bingehîn a nû dengên xwe bi kar anîne.

Reforma ku bi referandûmê hat erêkirin, wê hêza şefê leşkerî Mahamat Îdrîs Debî xurtir bike.

Çad Destûra Bingehîn a ji aliyê cûntaya leşkerî ve hatibû amadekirin, qebûl kir.

Rêvebiriya Çadê ragihand, % 86 ji hilbijêran ji bo reforma nû dengên xwe bi kar anîne.

Beşdariya ji bo hilbijartinê wekî % 64 hat ragihandin.

Referandûma Destûra Bingehîn di 17ê kanûna pêşîn de hatibû lidarxistin.

Reforma ku bi referandûmê hat erêkirin, wê hêza şefê leşkerî Mahamat Îdrîs Debî xurtir bike.

Debî piştî kuştina bavê xwe ya di meydana şer de, di 2021’an de dest danîbû ser rêvebiriyê.

Mahamat Îdrîs Debî. Şefê cûntayê bi referandûmê pozîsyona xwe xurtir kir. /Foto: X.com

Dîktatoriya bavê şefê cûntaya niha Îdrîs Debî 33 sal dom kiribû.

Şefê cûntayê dema derbeya leşkerî pêk anîbû, soz dabû wê di 18 mehan de hilbijartin bê lidarxistin.

Lêbelê Debî paşê ji vê sozê vegeriyabû û hilbijartinê taloqî sala 2024’an kiribû.

Şefê mîlîter ê Çadê dixwaze bi riya hilbijartinê bibe serokê welêt û bi vî awayî rêvebiriya xwe meşrû bike.

Çad welatekî xizan e

Çad welatekî herî xizan ê cîhanê ye û % 42 nifûsa wê di bin xeta xizaniyê de dijîn.

Piraniya xizanên Çadê rojane bi 2 dolaran debara xwe dikin.

Çad welatekî li navenda  Afrîkayê ye ku piraniya erdên wê dikevin nava herêma Sahelê.

Tevî ku ji aliyê cografyaya xwe ve mezin e, nifûsa welêt bi tenê 16 milyon e.

Sahel herêmeke bêîstiqrar e û ev jî tevlî Çadê problemên welatên li vê herêmê girantir dike.

Çad welatekî herî xizan ê cîhanê ye û % 42 nifûsa wê di bin xeta xizaniyê de dijîn.

Piraniya xizanên Çadê rojane bi 2 dolaran debara xwe dikin.

Infowelat

Foto: Ala Çadê 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …