Loo xwedayo, veke çavên Kralê Îngilîstanê!

William Tyndale (1494-1536) zimanzanekî navdar ê Îngilîz bû ku ji ber berhemeke xwe hat kuştin.

Sebeba kuştina Tyndale wergera Îngilîzî ya Încîlê (Pirtûka Pîroz) bû.

Zimanzanê Îngilîz, ji bo wergera Încîlê tekstên kevn ên bi zimanê Yewnanî û Îbranî bi kar anî.

Wergera vê berhemê di 1526’an de li Îngilîstanê hat weşandin.

Dema ev werger hat weşandin, çapxaneyên ewil li welêt dest bi kar kiribûn.

Lewma wergera Tyndale bi lez li Brîtanyayê de belav bû.

William Tyndale bi saya Încîla Îngilîzî bû yek ji serkêşê Reformasyona Protestan.

Beriya vê, Martin Luther di 1522’an de Încîlê wergerandibû Almanî.

Lêbelê Tyndale di dîrokê de bû kesê yekemîn ku Încilê rasterast ji Îbranî û Yûnanî wergerand.

Di 1611’an de wergera vê berhemê wê bûbûna bingeh ji bo wergereke din ya Încilê ku bi destûra Dêra Îngilîstanê hat weşandin.

Di wergera dawî de 83 ji % peyvan ji Încîla Tyndale hatibû girtin.

Îxanet û mirin 

Beriya Tyndale canê xwe ji dest bide wiha qîriya:

Loo xwedayo, veke çavên Kralê Îngilîstanê!

Xebata William Tyndale tirsê xist dilê Dêra Katolîk û hiqûqa heyî ya paşverû ya Îngilîstanê binpê kir.

Kralê Îngilîstanê ji bo girtina Tyndale ket nava tevgerê.

Destpêka wergera Încîlê ya William Tyndale.

Zimanzanê reformîst terka Îngilîstanê kir û çû bajarê Antwerpen ê Flanderê.

Tyndale li vir rastî îxaneta arîstokrateke Îngîlîz hat û bi biryara Dukê Brabantê di 1535’an de hat girtin.

Li William Tyndale cezayê mirinê hat birîn û reformîstê Îngilîz li Vilvoordê li ber çavên raya giştî hat şewitandin.

Beriya Tyndale canê xwe ji dest bide wiha qîriya:

Loo xwedayo, veke çavên Kralê Îngilîstanê!

Foto:  Dîmena şewitandina Tyndale. /Jêder: Book of Martyrs (1563) 

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …