Çar meh in her roj û her şev gelê Lencayê ya San Francisco Opalacayê dora şaredariyê dorpêç kirine û bi vî awayî nahêlin namzetê partiya îktîdarê ku li ser wan hatiye ferzkirin, dest bi kar bike. Nelêrêtiya li San Francisco Opalacayê –şaredariyeke dûr a Lencayên xwecî ya li herêma Intibuca ya Hondurasê- mînakeke biçûk a hîleyên hilbijartinê ku gelek mirov bawer dikin ku di hilbijartina Mijdarê de pêk hatine ye. Di vê hilbijartinê de Partiya Neteweyî ya îktîdar hêza xwe xurt kir û nehişt ku partiya LIBRE ya ku pir populer bû, serokatiyê bi dest bixe.
Li San Francisco Opalacayê Socorro Sanchez di hilbijartina 2009’an a bi berfirehî hatibû boykotkirin a piştî derbeya leşkerî de, hatibû ser kar. Li gorî lîderên vê civakê, di dengdayinê de Partiya Neteweyî heşt dengan li lîsteyekê zêde kiriye û vê lîsteya dengan ji aliyê Komîsyona Hilbijartinê ve hatiye qebûlkirin.
Di dema ku Socorro di 25’ê Çileya 2014’an de wê sond bixwarana, gelek kes ji serê sibehê ve hatine ber deriyê şaredariyê. Di demeke kurt de bi sedan kes kombûne û ber derî û dora hemû avahiyê bloke kirine. Wan destûrê nedane ku Sanchez wekî şaredar sondê bixwe. Wan meclîsêkê kom kirine û deklere kirine ku hikumeta Hondurasê nikare şaredarekî ji wan re bişîne.
Meclîsa Xweciyan sîstemeke nobetê pêşxistiye. Di vê sîstemê de hemû kesên ji her aliyê erdên girêdayî şaredariyê ji bo dewrgirtina nobetê carinan bi saetan dimeşin Monte Verdeyê û peywira xwe ya parastina avahiya şaredariyê pêk tînin. Wan metbexeke ji bo civakê vekirine ku hin kes fasûle, birinc û tortillasan (cureyeke nan ên li Hondurasê û welatên din ên Amerîkaya Navîn) peyde dikin û hin kes jî li wir bi awayekî dilxwaz xwarinê çêdikin. Wan komeke paqijiyê ku her sibehê bi baldarî avahiya şaredariyê paqij dike, damezrandine.
Di Sibatê de civaka Lencayê bi armanca xwe wekî gelê xwecî yê xweser deklere bike, ji bo hilbijartinên demokrasiya dîrekt kom bû. Bêyî partiyên siyasî, wan dengên xwe dan û lîderên xwe hilbijartin. Vasquez wekî şaredarê meşrû yê Opalacayê hat hilbijartin û lîderên din ên civakê ji bo peywirên cuda yên şaredariyê hatin hilbjartin. Kesên hatin hilbijartin li ber Meclîsa Rîspiyan û Meclîsa Xweciyan sondê xwarin.
Dîroka Opalacayê ya xweserî û têkoşînê
San Francisco Opalaca bi têkoşînê hatiye afirandin. Civakên Lencayê di dîrokê de ji aliyê hikumetê hatin terkirin. Ew bê elektrîk, av û heta bê rê man û bi tenê çend dibistan ji wan re hatin vekirin. Di salên ewilî yên 1990’î de bi daxwaza damezrandina şaredariya xwe ya bi armanca anîna xizmetên bingehîn ji bo civakên wan û parastina daristanên wan ji darvanên derveyê qanûnî, wekî parçeyeke COPINH’ê (Konseya Medenî ya Rêxistinên Gel û Xweciyan yên Hondurasê) xwe birêxistin kirin. Wan seferên dirêj birêxistin kir, ji Opalacayê heta Tegucialpayê (paytexta Hondurasê) bi hefteyan meşiyan û protesto û meşan lidarxistin. Di 1994’an de ew bi ser ketin û Şaredariya San Francisco Opalaca hat damezrandin. Wan bi armanca parastina erda komunal a xweciyan û çavkaniyên xwe yên berfireh ên xwezayî 22 tapûyan bi dest xistin.
Gelê Lenca yê San Francisco Opalacayê bêyî midaxaleya partiyên siyasî, di 1994’an de şaredar û meclîsa şaredariya xwe di hilbijartinên dîrekt de hilbijartin. Demeke dirêj beriya damezrandina şaredariyê, gelê Opalacayê xweser bûn, bi awayekî kolektîf xwe bi rê ve dibirin û lîderên xwe yên civakê ku wezîfeya meclîsê dabû wan bi rê ve dibirin, hildibijart.
Tiştên di xetereyê de ne: Çavkaniyên xwezayî, arizîkirin û Erda Lenca
Gelê Opalacayê baş dizanin ku saziyên pirneteweyî û olîgarşiya Hondurasê dixwaze daristan, çem, mîneral û ava wan arizî bike û wan bi kar bîne. Bi 22 tapuyên xwe yên erdan û bi parastina xwe ya enerjîk a çavkaniyên xwe yên xwezayî, heta niha şîrketên ku dixwazin çavkaniyên wan arizî bikin û wan bi kar bînin qewirandine.
Di 2005’an de Terra Group ê di destê Fredy Nasser ku yek ji olîgarkên herî mezin ên li Hondurasê ye û bi desteka xwe ya ji bo derbeya leşkerî tê naskirin, li Hondurasê îmtîyaza 40 çeman girt. Di nav wan de çemê Gualcarque ku di nava erdên Opalacayê re derbas dibû jî hebû. Digel xebata xwe ya zêde Terra Group nikarbû li Opalacayê bendavên xwe yên plankirî avabike.
Ji bilî vê, çavên Bankeya Cîhanê li ser buhust buhust daristana zengîn a Opalacayê ye. Bankeya Cîhanê herêma Lenca yê Hondurasê wekî qada pîlot a ji bo REDD+ nîşan da. Di çarçoveya vê projeyê de daristan bi hinceta bazirganiya karbonê û kêmkirina emîsyona karbonê tê arizîkirin. Di Sibata 2013’an de COPINH nameyekê ji Bankeya Cîhanê re şand û tê de vê deklere kir:
“Em pêvajoya bi hîle ya REDD+ û pêşketina REDD+ bi gelemperî red dikin. REDD+ ji bo gelê xwecî feqeke din e. Ew teqlîd dike ku herwekî ew mekanîzmayeke tazmînê ya ji bo kesên ku bi sedan salan e daristanên xwe diparêzin e. Lê eger bi rastî rewş wiha bûna hin riyên din ên parastina daristanê yên wekî destûrnedana tunekirina daristanan a ji aliyê şîrketên mezin ên êzing hene. Ji bilî vê, projeya REDD+ gaveke ber bi xurtkirina bidestxistina erdên me û daristanên me ye ku tê wateya monokulturê, dûrxistin an gihîştina bi sînor a gelê me ya ji bo daristanê, windakirina serdestiyê, bilindbûna mîlîtarîzmê, zext û dagirkirina erdên xwecî û erdên hemû gelê me.”
Kuştin û gefên kuştinê
Berxwedana li Hondurasê îro pirî caran bi şîdetê rû bi rû dimîne û li Opalacayê jî rewş ne cuda ye. di 9’ê Sibatê de xaniyê Marta ku keça şaredarê meşrû Vasquez bû, rastî êrîşê hat. Di 21’ê Sibatê de birayê Entimo Justiniano Vasquez dema ji nobeta xwe ya li ber şaredariyê vedigeriya malê ji aliyê Juan Rodrigoyê ku wî bi kuştinê tehdît kiribû ve hat qetilkirin. Tê ragihandin ku Rodriguez endamê “mancha brava”ya Partiya Neteweyî ye. Gelê Opalacayê bi awayekî kolektîf ew girtin Û radestî polîs kirin lê li Hondurasa îro hêviya darizandinê nayê kirin.
Lê gelê Opalacayê dizanin ku ji ber sebeba ku ew ê gelekî tişt winda bikin, paş de gav navêjin. Berxwedana wan a ligel avakirina xweserî û rêvebirina wan a xwecî didome. Her biryarê girîng tê rojeva meclîsê û li ser nîqaş tê kirin. Vasquez û kesên din ên ku li meclîsê hatine hilbijartin dizanin ku “li vir gel bi rê ve dibe” û divê ji îradeya kolektîf re rêz bê girtin. Ev, parçeyeke kevneşopiya wan a kolektîf e û di tapûyên wan ên erdên komunal de tê nîşandan ku ji bo firotina erdekî xwecî biryara meclîsê pêwîst e. Di cîvîneke mezin a di Sibatê de gelê Opalacayê vê eşkere kir:
“Tapûyên erdên me yên komunal ku ji aliyê Konvansiyona 169’an tê parastin, pîroz in û heta dawiyê em ê wan biparêzin. Li herêma me kesên ku biryarê didin em in. Em projeyên ku çavkaniyên me yên xwezayî tehdît dikin ên wekî arizîkirina çem û daristanan a bi riya projeyên REDD’ê, bikaranîna madenan û bendavên hîdroelektrîkê yên ji bo kesên gaspker ên hêzdar ên vî welatî red dikin…Enerjî mafekî mirov e ku li ser bingeha pêdiviyên rastîn û pêdiviyên mirovan lê ne ji bo kesên dest datînin serê û dizên ku bi tenê ji bo kar, xurtkirina hêzê û zenginiyê wan arizî dikin, divê ji bo feydeya civakê be. Em ê beşdarê nîqaşên di derbarê formên enerjiyê yên ku ekolojîk in û di bin kontrola xweciyan û civakê de ne û erd, cihêrengiya biyolojîk, çand û jiyana me hilnaweşîne, bin.”
—————–
Vê nûçeyê ji aliyê Brigitte Gynther ve hatiye nivîsandin û di 25.05.2014’an de di Upsidedownworld.org de hatiye weşandin. Nûçe ji ingilîzî hatiye wergerandin û kurtkirin.