Hilbijartin 2013: Pêkhatina tevgerên ji bin ve

 

 

Amy Goodman

Qenalên nûçeyan ji bo bi dengekî bilind ragihandina jinûvehilbijartina Waliyê New Jerseyê Chris Christie ya bi dengên pir zêde, kêliyekê jî nesekinîn. Di vê hilbijatinê de Christie piraniya dengên jin û kesên latîn ku blokên deng ên kevneşopî yên demokratîk in, bidestxist. Çîna elît a siyasî ku Christie wekî hêviya pir mezin a Partiya Komarger a ku ji bo di 2016’an de bidestxistina Seraya Spî dibînin, ji bo vê hêwirzeyê dikin. Lê di polîtîkaya DYA’yê de tiştekî pir girîng û veşarti nabînin: tevgerên ji bin ve yên di asta lokal û eyaletan de ku li hember sîstemê serî radikin û bi ser dikevin, nabînin.

Dihat payîn ku Christie bi ser keve lê bi armanca ku ew hewldana ji bo seroktiyê ya 2016’an bide destpêkirin, pêdiviya wî bi serkeftineke pir mezin hebû. Di Hezîranê de senator Frank Lautenberg di 89 saliya xwe de mir. Sê hefte beriya hilbijartina giştî, Christie ferman da ku di 16’yê Cotmehê de hilbijartineke taybet bê lidarxistin. Ji ber vê biryarê, bi texmînî 24 milyon dolar buhayê pêvek ê hilbijartinê ji berîka welatiyên bacê didin ên li New Jerseyê derket. Wî dikaribû bihîştana ku kesên di heman roja ku ew ji bo walî û kesên din dengên xwe didin, ji bo hilbijartina Senatoyê jî biryara xwe bidin.

Dema ji Christie di derbarê buhayê hilbijartinê de pirs hat kirin, wî pesnê xwe da û got ku “Ez buhayê hilbijartinê nizanim û ez ji dil dibêjim ku ev mijar bala min nakişîne.” Tiştê ku dikaribû bala Christie û partiya wî bikişanda, serkeftinên girîng ên aktîvîstên pêşverû yên di vê hilbijartinê de bûn. Li eyaleta wî, hilbijêr heqdestê mînîmûm bilindbûneke serê saetê ji dolarekî heta 8.25 dolarî û bilindbûna  desteka ji bo buhayên jiyanê erê kiribûn. Lê Christie vê veto kiribû.

bill de blasio

Li New York Cityê ya li wî aliyê çem, Bill de Blasio wekî şaredar hatibû hilbijartin ku di pêvajoya 20 salan de şaredarê yekemîn ê demokratîk bû. “Dijwariyên li pêşiya me ne di deh salan de çêbûne û problemên ku ji bo çareserkirinê wan em birêketin di şevekê de nayên çareserkirin” wî di axaftina xwe ya serkeftinê de got. “Lê şaşî nekin, gelê vî bajarî riyeke pêşverû tercîh kir.” Wî destekê dabû Occupy Wall Street û di protestoya ji bo girtina nexweşxaneyekê de hatibû girtin. Ew soz dide ku bacên li bajêr tê berhevkirin ji bo welatiyên herî zengîn zêde bike. Bill de Blasio wê ligel Konseya Bajêr a New Yorkê ya destekxwaz dest bi kar bike. Hevalê min Juan Gonzales ji bo vê konseyê got ku “bi îhtimalekê ew rêvebiriya herî pêşverû ya di 50 salên derbasbûyî de ye.”

Ji bilî New York û New Jerseyê, tevgerên pêşverû yên gelparêz di Roja Hilbijartinê de gihîştin hin encaman. Li Coloradoyê, dengdarên eyaletê pîlaneke ku ji bo firotina perakende ya marîhûanayê ku di Mijdara sala borî de serbest hatibû berdan, bacekê diyar kiribû qebûl kirin. Hilbijêrên Denverê, Boulderê û Littletonê jî di heman demê de bacên ji bo firotina marîhûanayê qebûl kirin û ji bilî vê, wê ji wekî kiryareki sûc veguherandin tiştekî li ber çavên civakê. Sê bajarên li vê eyaletê di heman demê de derizandina (fracturing) hîdrolîk ku wekî fracking tê zanîn, qedexe kirin. Fracking bi awayekî xwezayî pêvajoya derxistina gaza xwezayî ye ku gelek kes bawer dikin ku ava binaxê û hewayê qirêj dike û heta dibe sebeba erdhejan.

Ev û serkeftinên hilbijartinê yên dişibin van, ji rêxistinbûna ji bin ve ya di demeke dirêj de pêk hatiye li hember xitimandina hikumeta federal girîngiya xwe pir zêde kiriye. Pereyê şîrketan hîn jî di sîstema me ya hilbijartinê de beşeke pir mezin a hilbijêr kontrol dike. Di heman demê de li eyaleta Washingtonê, referandûmeke ji bo etîketkirina xurekên GMO (organîzmayên ji aliyê genetîkê ve hatine modîfîyekirin) piştî ku berjewendiyên şîrketên xurek û çandiniyê bi armanca lihemberderketina wê 22 milyon dolar mesref kirin, biserneket.

Siyasetmedar bersivê didin zextên li ser wan. “Bihêlin ez vê bikim,” gotinên navdar ên Franklin D. Roosevelt ya ji bo bersiva rêxistinvanê yekitiyê û mafên sivîl A. Philip Randolphê ku ji bo afrikiyên emerîkî û karkeran alîkariyê dixwest, bû. Bill de Blasio ji bo New York Cityê soza bernameyeke pêşverû dide lê dîrok nîşan dide ku bêyî zexta domdar a gel, berjewendiyên sîstemê wê hêza xwe ji nû ve nîşan bide.

Roja hilbijartinê divê nebe dawiya kampanyaya mirovan a ji bo guherînê. Hilbijartin bi tenê deriyekî ku ber bi derzekî ve vedibe, nîşan dide. Mijara ku wê kengî ev derî wê heta dawî vebe an derî bê girtin, girêdayê tevgerên ji bin ve ne, ne girêdayê şexsên ku ew hildibijêr in.

————–

Ev nivîs di 06.11.2013 di malpera Truthdig.com’de hatiye weşandin. Nivîs ji îngilizî hatiye wergerandin û kurtkirin..

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …