Daketina hegemonyaya DYA’yê û têkoşîna hêzê ya global a li pêş me

 

 

Immanuel Wallerstein

Demeke dirêje ku ez dibêjim ku daketina DYA’yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) wekî hêza hegemonîk li derdora 1970’yan destpêkir û vê daketinê di dema seroktiya G. W. Bush’de pir pêş de çû. Min cara ewilî di 1980 an li derdora vê demê dest bi nivîsandina vê kir. Di vê demê de, reaksiyonên ji hemû derdorên polîtîk, bi sebeba ku ew tiştekî absurd e, redkirina vê nêrinê bû. Berevajiya vê, di 1990’an de, careke din hemû aliyên polîtîk bi awayekî berfireh dihat bawerkirin ku DYA gihîştiye zîrweya serdestiya xwe ya yekalî.

Lê, piştî teqîna balona 2008’an, nêrînên siyasetmedar, pispor û raya giştî dest bi guherînê kir. Îro rêjeyeke zêde mirov (ne herkes) qet nebe rastiya hin daketina îzafî ya hêz, prestîj û tesîra DYA’yê qebûl dikin. Siyasetmedar û pispor di warê tawsiyekirina ku wê çawa vê daketinê bê berevajîkirin de li hev nakin. Ez bawer dikim ku ev nekare bê berevajîkirin.

Pirsa rastîn ev e ku encamên vê daketînê çi ne? A yekemîn nîşandayina kêmbûna şarezahiya DYA’yê ya kontrolkirina rewşa cîhanê ye û bi taybetî windakirina baweriya hevalbendên ku wextekî yên herî nêzîk ên DYA’yê bûn,  ya di warê tevgera wê de ye. Di meha dawî de, ji ber delîlên ji aliyê Edward Snowden hatin eşkerekirin, ji aliyê raya giştî hat zanîn ku Saziya Ewlekariya Neteweyî ya DYA’yê (NSA) di derbarê lîdertiyên siyasî de ku di nava wan de yên Almanya, Fransa, Meksîka û Brezîlyayê jî hebûn (elbet, ligel vê hejmareke bêdawî ya welatiyên van welatan jî hebûn), bi awayeki rasterast sîxuriyê kiriye.

Ez baş dizanim ku DYA di 1950 de jî çalakiyên bi vî rengî pêk anîn. Lê 1950 de ji van welatan ti welatî wê nekaribûna hêrsa xwe ji raya giştî re diyar bikirana û ji DYA’yê daxwaza sekinandina vê bikirana. Eger ew îro vê dikin, ji ber ku îro pêdiviya DYA’yê ji pêdiviya wan a bi DYA’yê bêtir bi wan heye. Ev lîderên heyî dizanin ku wekî serok Obama kêliyeke berê wiha kir, ji bo sekinandina van pratîkan ji sozdayinê pê ve tercîheke din a DYA’yê tune ye (heta armanca DYA ne ev be jî). Û lîderên van çar welatan hemû jî dizanin ku pozîsyonên wan ên li hundir, bi riya li ber çavên raya giştî girtina pozê DYA’yê lawaz nabe lê xurtir dibe.

Heta niha, wekî ku medya daketina DYA’yê nîqaş dike, eleqederiya herî zêde wekî hegemonê piştî DYA’yê li ser Çînê ye. Ev jî me ji mijarê dûr dixe. Bê guman Çîn ji aliyê jeopolîtîk ve welatekî her ku diçe mezin dibe ye. Lê bidesxistina rola hêza hegemonîk pêvajoyeke dirêj û dijwar e. Ji bo welatekî  bigihîje pozîsyona bikaranîna hêza hegemonîk herî kêm 50 sal pêwîst e. Û ev demeke dirêj e ku di vê dirêjahiya wê de dibe ku gelek tişt pêk werin.

Di destpêkê de ji bo ku vî rolî dewr bigire kesekî tunebû. Ji vê bêtir, dema ku hêza hêzeke hegemonîk a berê ya kêm bûye ji aliyê welatên din ve zelal tê famkirin, nîzama îzafî ya sîstema cîhanê ji aliyê têkoşîna kaotîk a navendên pirhejmar ve ku yek ji wan jî nekare rewşê kontrol bike, tê guherandin. DYA wekî dêw li holê dimîne lê vê carê ew dêwekî xwedî qusûr e. Ew, hebûna xwe ya herî xurt a leşkerî didomîne lê li xwe hay tê ku ew nekare wê baş bi kar bîne. DYA bi riya li ser kûrbûna şerê bi balafirên bê pîlot rîskên xwe pir kêm dike. Wezîrê Derveyê kevn Robert Gates kurtedemek berê eşkere kir ku vê fikrê ji aliyê leşkerî ve bi tevahî ne realîst e. Wî bi bîra me anî ku mirov di şer de li bejahiyê biserdikeve û serokê DYA’yê niha di bin zexta pir mezin a siyasetmedar û hestên gel a ji bo bikarneanîna hêzên bejahiyê de ye.

Di rewşeke kaosa jeopolîtîk de problema ji bo herkesî, fikara di asta jerî bilind de ku bi xwe re tîne û firsenda ku ew ji bo dînbûna hilweşiner pêşkêş dikeye. Wekî mînak, dibe ku DYA êdî di ti şerekî de biserkeneve lê ew dikare bi riya kiryarên bêaqil xisareke pir mezin bide xwe û yên din. Îro DYA li Rojhilata Navîn çi dike bila bike, ew winda dike. Niha, ti aktorên heyî yên li Rojhilata Navîn (ne kesekî jî), êdî li gorî DYA’yê nameşin. Di nava wan de Misir, Îsraîl, Tirkiye, Sûriye, Erebîstana Siûdî, Iraq, Îran û Pakîstan (eger em qala Rûsya û Çînê nekin) jî heye. Vê rewşa dijwar a polîtîkayê  ya li pêşiya DYA’yê di The New York Timesê de tevlî kîtekîtên wê bi awayekî berfireh cî girt. Encama nîqaşa hundir a rêvebiriya Obama lihevkirineke super-nezelalî ye ku di vir de serok Obama ji bitesîrbûnê bêtir vir de û wir diçe.

Di dawiyê de, du encamên rastîn ên ku em dikarin hema hema pê bawer bibin a ku wê di deh salên pêşiyê de pêk werin heye. A yekemîn bidawîbûna dolarê DYA’yê ya wekî çavkaniya ku şansê dawî ye. Dema ev pêk bê, DYA wê parastina sereke ya ji bo butçeya xwe ya neteweyî û ya ji bo buhayê kiryarên xwe yên aboriyê winda bike. A duyemîn paşketina, dibe ku paşketineke cidî be, di standardên îzafî yên welatiyên DYA’yê û şêniyên wê de ye. Texmînkirina kîtekîtên encamên polîtîk ên vê pêşketina dawî zor e lê wê bikaribe li berçavan bên raxistin.

————-

Ev nivîs di 06.11.2013’an de di malpera Towardfreedom.com de hatiye weşandin û ji îngîlîzî hatiye wergerandin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …