Tevahiya Luhanskê ket bin kontrola Rûsyayê

Bajarê Lysychanskê yê li herêma Donbasa Ûkraynayê ji aliyê Rûsyayê ve hate dagirkirin.

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê S. Şoygû di civîna bi Pûtîn re ragihand, wan “operasyona rizgarkirina Komara Gel a Luhanksê bi serfirazî bi dawî kiriye.”

Rûsyaya ji bakurê Ûkraynayê vekişiya, plansaziya xwe ya ji bo dagirkirina Donbasê bi israr dimeşîne.

Hêzên Rûs çend hefteyên dawî li vê herêmê çend serkeftinan bi dest xistin û hin bajarên Ûkraynayê dagir kirin.

Piştî şerekî dawî, bajarê Lîsîçanskê yê li vê herêmê jî ket destê artêşa Rûs.

Bi vê re jî Rûsya bû xwediyê hemû erdên parêzgeha Lûhansk a li herêma Donbasê.

Sergey Şoygu. Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê

Çi got Şoygû?

Serfiraziyên şer ên artêşa Rûs, bû mijara hevdîtina serokê Rûsyayê Pûtîn û wezîrê wî yê parastinê Sergey Şoygû jî.

Şoygû di civînê de ragihand, wan “operasyona rizgarkirina Komara Gel a Luhanksê bi serfirazî bi dawî kiriye.”

Şoygû di civînê de ragihand, wan “operasyona rizgarkirina Komara Gel a Luhanksê bi serfirazî bi dawî kiriye.”

Herwiha Şoygû îdîa kir, di şerê Lishichanskê de 12 balafirên şer, 6 sîstemên menzîl-dirêj û 39 tankên artêşa Ûkraynayê hatine hilweşandin.

Zelenskî qebûl kir 

Serokê Ûkraynayê Zelenskî jî derbarê bûyerên dawî yên li eniya şer daxuyaniyek da û dagirkirina bajarê Lishichanskê ya ji aliyê Rûsyayê qebûl kir.

Lêbelê Zelenskî got, piştî sewqiyata leşkerî ya ji bo eniyê, ew ê ji nû ve vî bajarî rizgar bikin.

Hêjayî gotinê ye ji vir meheke berê jî ligel bajarê Severodonetsk a li vê herêmê, çend bajarên din ên Ûkraynayê ji aliyê artêşa Rûs û alîgirên wê yên paramîlîter ve hatibûn dagirkirin.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Polîsên Belçîkayê bi ser Stêrk TV û Medya Haberê de girtin

Stêrk TV û Medya Haber TVê bi şev rastî serdagirtinên polîsan hatin. Polîsên Belçîkayê piştî …