Însîyatîfa “Bargeld” frankê Swîsreyê diparêze

Cengiz Demirtaş 

Tevgera Azadîyê ya Swîsreyê (FBS) ji bo parastina pereyên naqid kampanya da destpêkirin. Tevger dixwaze bikaranîna frank wekî mafekî têkeve Destûra Bingehîn a Swîsreyê.

Nîqaşên li ser meseleya pereyên dîjîtal li Swîsreyê berdewam dikin. Tevgera Azadîyê ya Swîsreyê (FBS) li hember daxwazên dîjîtalkirina pereyan reaksîyon nîşan dide. Tevgerê ji bo parastina pereyên naqid dest bi kampanyayê kir. Çalakîya ewil a alîgirên înîsiyatîfa bi navê “Bargeld ist Freiheit” (Pereyên naqid azadî ye) li Bernê bi daxuyanîyeke çapemenîyê dest pê kir.

Însîyatîf dixwaze hebûna pereyên naqid ên Swîsreyî wekî mafekî di Destûra Bingehîn de bû misogerkirin. Armanc ji vê ev e, herkes bikaribe di jîyana aborî de pereyên Swîsreyê bi kar bîne. Argumaneke sereke ya Tevgera Azadîyê ya Swîsreyê di warê hejmara ATMyan de ye. Tevgerê dide zanîn, di salên dawî de hejmara ATMyan ku civak dikare pereyên naqid jê bikişîne, tên kêmkirin.   Ji bo pêşnîyaza vê însîyatîfê û pêşnîyaza dijber wê di meha adarê de referandûmek bê lidarxistin. Welatî wê biryarê bidin ka ew dixwazin pereyên Swîsreyê bi tevahî bên dîjîtalkirin an na.

Înîsiyatîfa Bargeld ligel çalakîyên danasîna pêşnîyaza xwe ya li kolanan, di nava sîyaseta Swîsreyê de jî xebatê dike. Nûnerên însîyatîfê bi rêya parlamenteran di Parlamentoya Federal  a Swîsreyê de jî danasîna pêşnîyazê dikin. Herwiha, komeke din a koma ku xwe li ser malpera schweiz-macher.ch birêxistin kirîye, destekê dide vê kampanyayaê.

Tevgera Azadiya Swîsreyê

Tevgera Azadiya Swîsreyê (FBS) ve tê piştgirîkirin ji alîyê Richard Koller ve hat damezrandin. Koller endamê berê yê Partiya Gel a Swîsreyê (SVP) û li Lucerne dijî. SVP partîyeke rastgir e û dijberîya mafên penaberan dike.  Di dema pandemiya Covidê de, tevgerê li dijî ferzkirina maskeyan kampanya li dar xistibû.

Foto: Frankê Swîsreyê 

Derbarê Cengiz Demirtaş

Cengiz Demirtaş rojnamevaneke kurd e ku di 1994an li bakurê Kurdistanê hatîye dinyê. Demirtaş, di 2017an de Fakulteya Endezyariya Elektrîkê ya Zanîngeha Mersinê li Tirkiyeyê xelas kir. Herwiha, Demirtaş di sala 2020an de dest bi Fakulteya Ragihandin, Radyo, Televîzyon û Sînemayê ya Zanîngeha Firatê kir. Ew di sala 2019an de an de di malpera Imchaber24ê dest bi rojnamevaniyê kir û di 2020an de bû edîtorê malperê. Demirtaş, di sala 2022an de ji ber xebatên xwe yên rojnamevanîyê ji welat derket û niha li derveyî welêt wekî penaberekî siyasî dijî.

Li vê jî binêre

Trump ji bo Greenlandê nûnerekî taybet peywirdar kir

Nuqteyên giring: Trump nûnerekî taybet ji bo vê girava herî mezin a cîhanê peywirdar kir …