Kabîliya komkujiya li Rojava şermezar kir

Kabîliya komkujiya li Rojava şermezar kir

Hereketa Xweseriya Kabîliyayê (MAK) bi daxuyaniyekê komkujiya li Rojava şermezar kir. Di daxuyaniyaa ku di malpera enformasyonê ya kabîliya û berberî de hat weşandin de serokê hereketa Kabîliyayê Bouaziz Ait Chebib komkujiya kurdên sivîl û bêdengiya civaka navneteweyî şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku “civaka navneteweyî di navbera alîgirên rejîma Beşdar Esed û cîhadîstan de bûne du cî” û kes guh nade bûyerên hatiye serê kurdan.  Di daxuyaniyê de li ser dema komkujiyê jî hat sekinandin û hat diyarkirin ku di piştî daxuyaniya ku wê li bakurê Sûriyeyê rêvebiriyek demî bê avakirin hat dayîn, komkujî hatiye kirin. Daxuyanî diyar kir ku qurbankirina gelan ji bo berjewendiyên jeopolîtîk didome.

Komkujiya li Rojava di daxuyaniyê de ji aliyê serokê MAK’ê wekî “sûcê li hember mirovahiyê” hat binavkirin û ji civaka navneteweyî hat xwestin ku dev ji siyaseta xwe ya cot-standard berde.

Kabîliya ku der e?

Kabîliya li bakurê Cezayirê ji peravê Derya Spî dest pê dike û ber bi Çiyayên Atlasê dirêj dibe. Herêmên Tizi Ouozou, Bejaia, piraniya Bouirayê û hin aliyên Boumerdes, Setif, Bordj Arreridj û Jijel dikevin nava sînorê Kabîliyayê. Li herêma Kabîliyayê qasî 10 milyon kes dijîn.

Di sedsala 19’emîn de û di Şerê Rizgariyê ya Cezayirê de herêm bû keleya berxwedana li hember hêzên fransewiyan. Mixabin piştî rizgariyê, dewleta Cezayîrê siyaseta erebkirinê li ser gelê herêmê meşandin û ev jî bû sebeba têkoşîna Kabîliyayê ya ji bo xweseriyê. Ji ber ferzkirina zimanê erebî di hemû dibistanên di herêmê de, di sala 2001’an de li seranserê Kabîliyayê serhildan pêk hatin.

Çavkanî: www.makabylie.info

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …