Serokwezîrê Greenlandê Egede got, êdî dem hatîye astengîyên di qada navneteweyî de derketine pêşîya Greenlandê, bên rakirin.
Egede got, di navbera 2025-2029an de wê ber bi serxwebûnê ve gaveke mezin bê avêtin.
Girava herî mezin a cîhanê Greenland serxwebûnê nîqaş dike.
Serokwezîrê welêt Mute Egede got, êdî dem hatîye astengîyên di qada navneteweyî de derketine pêşîya Greenlandê, bên rakirin.
Serokwezîr got, di navbera 2025-2029an de wê ber bi serxwebûnê ve gaveke mezin bê avêtin.
Egede da zanîn, Greenland ji bo serxwebûnê pêşnûmaya destûreke bingehîn amade kirîye.
Di pêşnûmaya destûra bingehîn de qala “dewleta serdest” tê kirin.
Di çarçoveya vê de Greenland dikare kontrola Denmarkê ya heyî qebûl bike an serxwebûna xwe rabigihîne.
Bersiva ji bo gotinên Trump
Qanûna Xwerêvebirinê ya Greenlandê ji bo ev her du opsîyonan mafê lidarxistina referandûmê dide hikumeta herêmî.
Hêjayî gotinê ye, daxuyanîya dawî ya serokwezîrê Greenlandê piştî axaftina Donald Trump hat dayîn.
Trump gotibû, Greenland ji bo berjewendîyên Amerîkayê giring e û ew dixwaze wê tevlî welatê xwe bike.
Loma daxuyanîya dawî yên serokwezîrê Greenlandê wekî bersiva ji bo gotinên Trump jî tên şîrovekirin.
Li gorî rapirsîyên di salên 2021 û 2024an de hatine kirin, piranîya welatî dixwazin bi DYAyê re “zêdetir hevkarî” bê kirin.
Lê heman anket nîşan didin, rêjeya kesên hevkarîya bi Yekitîya Ewrûpa, Kanada, Îsland û Denmarkê re jî dixwazin ne zêde ye.
Infowelat
——————————————————–
Foto: Serokwezîrê Greenlandê Mute Egede