Îran di 2024an de 901 kes darve kirin

A.Rahman Çelîk

Neteweyên Yekbûyî ragihand, Îran di sala 2024an de herî kêm 901 îdam kirin.

31 ji kesên hatine darvekirin jin in.

Neteweyên Yekbûyî dibêje Îran di sala 2024an 31 jê jin, herî kêm 901 îdamkirin.

Neteweyên Yekbûyî destnîşan dike ku Îranê par cezayê idamê zêde kiriye.

Di 2024an de 901 kes bi awayê darvekirinê hatine idamkirin.

Vê hejmarê di navbera deh salên dawîn de hejmara herî zêde ye.

Li gorî daneyên daneyên Komîseriya Bilind A Mafên Mirovan, di sala 2023yan de jî 853 kes hatibûn idamkirin.

Komîserê Bilind Volker Turk endîşeyên li ser babetê anî ziman û got, bi tenê di meha kanûna pêşîn de 40 kes hatine darvekirin.

Volker Turk bang li Îranê jî kir ku înfazan bide sekinandin û vî cezayê ku li dijî mafê bingehîn ê jiyanê ye, rake.

Neteweyên Yekbûyî dibêje înfazên sala 2024an herî zêde têkîlî sucên tilyakê pêk hatiye.

Di sala 2022’yan de, kesên tevî protestoyên Mehsa Jîna Emînî bûn û muxalifên rejîmê jî hatibûn idamkirin.

31 jin hatin darvekirin

Neteweyên Yekbûyî destnîşan dike li Îranê hejmara jinên ku tên idamkirin zêde bûye û di 15 salên dawîn de gihîştiye hejmara herî bilind.

Berdevka Komîseriyê Liz Throssel dibêje:

“Sala borî 31 jin hatine idamkirin, di nav wan de, jinên bi darê zorê dane mêr an jî xwe ji tecawiza van mêran parastine jî hene.”

Rêxistinên Mafên Mirovan destnîşan dikin ku rejîma Îranê ya di bin rêveberiya Ayetullah Xameney de, cezayê idamê ji bona çavên gel bitirsîne, bi kar tîne.

 

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Zelensky bi Macron re şandina leşkeran axivî

Serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelensky bi lîderê fransî Emanuel Macron re hevdîtinekê kir. Zelensky piştî hevdîtinê …