Ewrûpa reaksîyon nîşanî Trump da

Trump çend roj berê gotibû, dibe ku ew bi darê zorê Greenlandê tevlî Amerîkayê bikin.

Piştî van gotinên sosret Almanya û Fransa reaksiyon nîşan dan.

Trump berîya were ser kar, ji niha ve li Ewrûpayê dibe sebeba nîqaşan.

Polîtîkaya derve ya Trump ku wisa xuya ye wê li ser zor û êrişkarîyê pêk were tê rexnekirin.

Trump çend roj berê gotibû, dibe ku ew bi darê zorê Greenlandê tevlî Amerîkayê bikin.

Piştî van gotinên sosret Almanya û Fransa  reaksiyon nîşan dan.

Hikumeta alman ragihand, “sînor bi darê zorê divê neyên guhertin” û ji bo vê îşaret bi Peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) kir.

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz jî li ser mijarê axivî û got, mayindebûna sînoran “qanûna sereke ya navneteweyî ye.”

Scholz destnîşan kir, “destnedana sînoran, dixwazî bila li rojhilat an li rojava be, prensîbeke ji bo her welatî ye.”

Fransa: Trump gef li YEyê nexwe

Bersiva ji bo Trump li Fransayê ji Wezîrê Karên Derve Jean-Noel Barrot hat.

Wezîr wiha axivî:

“Elbet YE wê destûrê nede, kî dibin bila bibin, neteweyên din ên li cîhanê êrişê welatên serdest bikin.”

Jean-Noel Barrot da zanîn, ew bawer nake DYA Greenlandê dagir bike û wiha gotinûn xwe dom kirin:

“Em derbasî demekê bûne ku tê de qanûna hêzdaran serdest e.”

Infowelat

—————————————————–

Foto: Alên Fransa û Almanyayê/Medyaya Civakî

infowelat.com

Li vê jî binêre

Meqamê lîdertîya Vatîkanê vala ye

A.Rahman Çelîk Mirina Papa Francis xemgînî da cîhana katolîkan. Lîderên gelek welatan û gelek kesên …