Trump dixwaze Greenlandê tevlî DYAyê bike

Necat Ayaz

Trump di parvekirineke xwe de dibêje, “Kontrola li ser Greenlandê ji bo DYAyê pir giring e.”

Pirsa giring a di vê mijarê de ev e:

Denmarka ku bi hezaran kîlomêtro ji Greenlandê dûr e wê çiqas bixwaze vê giravê kontrol bike?

Donald Trumpê hîn nehatîye ser kar, bi daxuyanîyên xwe diplomasîya Amerîkayê tevlîhev dike.

Lîderê amerîkî ku vê mehê li Qesra Spî rûdinê, qala kontrola li ser Kanada, Qenala Panamayê û Greenlandê dike.

Tevî ku her sê welat jî daxwazên Amerîkayê qebûl nakin, meseleya Greenlandê hinekî hesas xuya dike.

Trump di parvekirineke xwe de dibêje, “Kontrola li ser Greenlandê ji bo DYAyê pir giring e.”

Greenland bi nifûsa xwe ya 55,000 hezarî welatekî lawaze û nikare bi tena serê xwe li hember Amerîkayê rabe.

Kontrola polîtîk a vê girava herî mezin a cîhanê di desten Denmarkê de ye.

Pirsa giring a di vê mijarê de ev e:

Denmarka ku bi hezaran kîlomêtro ji Greenlandê dûr e wê çiqas bixwaze vê giravê kontrol bike?

Donald Trump/Jornalet

Serokwezîrê Greenlandê Mute Bourup Egede bersivê da Trump û got, “Greenland ê me ye. Em ne yê firotanê ne û em ê tu carî ne yê firotanê bin.”

Tevî vê jî serokwezîr diyar kir, ew ji bo hevkarîya navneteweyî ya bi cîranên xwe re amade ne.

Trump cara ewil di 2019an de mijara kontrolkirina Greenlandê anîbû rojevê gotibû, Amerîka dikare vê giravê ji Denmarkê bikire.

Çima Greenland welatekî giring e?

Greenland xwedî pozîsyoneke stratejik a li herêma Arktîkê ye.

Lewma jî ji bo xurtkirina hebûna xwe ya liv ê herêmê, tevlî Amerîkayê bala Rûsya û Çînê jî dikişine.

Welêt ji alîyê çavkanîyên xwezayê yên wekî zêr, sifir ê ûranyûmê ve zengîn e.

Li alîyekî din, ji ber germahîya avhewayê qeşaya li welêt gav bi gav dihele û ev jî zêdetir bikaranîna çavkanîyan tîne rojevê.

Statuya Greenlandê

Greenland ji sala 1979an û vir ve welatekî otonom e û xwedî parlamento û hikumeta xwe ye.

Parlamentoya Greenlandê di 2023an de pêşnûmaya destûra bingehîn a ji bo serxwebûnê amade kir.

Nûnerên siyasî yên Greenlandê dixwazin di nava 10 salan de hikumeta giravê bi Denmarkê re dest bi muzakereyên serxwebûnê bike.

Infowelat

————————————————–

Foto: Wargeheke li Greenlandê/Wikipedia 

Greenland li ser rêya serxwebûnê ye

Derbarê Necat Ayaz DE

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Zelensky bi Macron re şandina leşkeran axivî

Serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelensky bi lîderê fransî Emanuel Macron re hevdîtinekê kir. Zelensky piştî hevdîtinê …