Li Sûrîyeyê komkujî: 1,000 kes hatin kuştin

A.Rahman Çelîk

Encamên êrîşên li dijî elewîyên li Sûrîyeyê giran dibin.

Çavdêriya Mafên Mirovan A Sûriyê dîyar dike, zêdetirî hezar kes hatin kuştin.

Di nava kesên hatine kuştin de gelek jin û zarok jî hene.

Hêzên bi ser HTŞê ve êrişên li xwe yên başûr û peravên Suriyeyê didomînin.

Hedefa êrişên hovane tepisandina reaksîyonên alîgirên rejîma Baasê ya kevn e.

Çavdêriya Mafên Mirovan A Sûriyeyê ragihand, ji 6ê adarê û vir ve ji hezarî zêdetir sivîl hatine kuştin.

Heman çavkanî dibêje, ji hêzên elewiyan û hêzên girêdayî rêveberiya Şamê herî kêm 481 kes hatine kuştin.

Çavkaniyên herêmê dibêjin hîna neketine gelek malan, lewma jî hejmara rast a qurbaniyan nayê zanîn.

Serokê HTŞê û hikûmeta demkî ya Şamê Mûhemmed Colanî hişyariya “şerê navxweyî” da got:

“Hewildanên heyî Sûriyê ber bi şerê navxweyî dibe.”

Colanî got, “Sûriye wê yekpare bimîne. Em ê destûrê nedin yekîtiya netewî û aştiya civakî xera bibe.”

Herwiha, lîderê îslamîst soza lidarxistina vekolîneke objektîf a li ser komkujîya li peravê da.

Li alîyekî din, hikumeta Şamê ya di destên HTŞê de ye, şêniyên Lazqîye û Tartûsê û herêmên din ên  peravê re têkeve nava diyalogê, komîteyeke bilind damezrand.

Reaksîyona Amerîka û Almanyayê

Hikûmeta Elmanyayê qetlîama heyî ya li ser sivîlan wekî “şokê” pênase kir.

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê daxwaz ki  ku rê li ber êrîşan bê girtin berpirs bên cezakirin.

Êrîşên li dijî elewiyên Sûriyeyê Rûsya û Amerîkayê jî xist nava tevgerê.

Her du welat ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî xwestin, ji bo Sûriyê civîneke lezgîn li dar bixe.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî şermezarî da “komên radîkal ên Îslamîst” û wan wekî faîlên qetlîaman nîşan da.

Wezîrê Amerîkayê ji hikûmeta demkî xwest ku hesab van faîlên qetlîaman bipirse.

Marco Rubio pê re jî sersaxî ji malbatên qurbaniyan xwest û got:

“Xrîstiyan, durzî, elewî û kurd jî di nav de, Amerîka li nik kêmarên olî û etnîkî disekine.

————————————————-

Foto: Komeke endamên HTŞê

A.Rahman Çelîk

Piştî Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê, di 1997an de di kovara Jiyana Rewşenê de dest bi kar kir. Tevî Berpirsiyariya Nivîsaran, di Lijneya Weşanê de jî cî girt û edîtoriya kovarê kir. Çelîk di dema vî karî de, kar û barên teknîkî yên kovara Pîneyê jî hilda ser xwe. Piştî Kovara Jiyana Rewşenê hat girtin, tevî çend hevalên xwe Dezgeha Hunerê ya Seyr-î Meselê ava kirin. Di sala 2004'an de, li Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê dest bi kar kir û salên dirêj edîtoriya kovar û weşanên vê weqfê kir. Çelîk di 2012yan de yekem kovara wergerê ya bi navê "tabularasa" derxist. "tabularasa" piştî weşandina 4 hejmaran, ji ber tunebûna derfetên aborîyê hat girtin.

Li vê jî binêre

Jin û wêjeya kurdî mijara panelekê bûn

Beledîyeya Peyasê bi dirûşmaya “di wêjeya kurdî de tekoşîna jinan” li Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan panelek …