Greenland ji serdana Usha Vanceê nerazî ye

Serdana Usha Vanceê û Mike Waltz Greenlandê li nava hav xist.

Sîyasetvanên giravê bi zimanekî tund nerazîbûnên xwe îfade kirin.

Bawerî ev e, bi vê serdanê Amerîka zexta ji bo kontrola Greenlandê zêde dike.

Delegasyoneke Amerîkayê ya di bin pêşengîya hevsera Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance roja pêncşemê diçe Greenlandê.

Washingtonê ragihand, wê van rojan şêwirmendê ewlekarîyê Mike Waltz jî biçe serdana Greenlandê.

Serdana Usha Vanceê û Mike Waltz  li Greenlandê bû sebeba nerazîbûnên xurt.

Serokwezîrê Greenlandê Mute B. Egede serdanê wekî kiryareke “têra xwe êrişkar” pênase kir.

Egede got, “Çi karê şêwirmendê ewlekarîyê li Greenlandê heye? Tekane armanc pêkanîna zextê li ser me ye.”

Nielsen: Serdan “bêrêzî ye”

Jens-Frederik Nielsenê ku tê payîn bibe serokwezîrê nû got, ji bo serdanê peyva “bêrêzî” bi kar anî.

Jens-Frederik Nielsen li ser mijarê wiha axivî:

“Amerîka baş dizane em niha di asta muzakereyan de ne û hin hilbijartinên beledîyeyan bi dawî nebûne. Tam di vê kêlîyê de careke din tên Greenlandê ku ev yek ji bo civaka Greenlandê bêrêzî ye.”

Lêbelê Trump îdîa kir, ji bo heman serdanê peyva “dostanî” bi kar anî û got ev “ne provovasyon e.”

Herwiha, Washingtonê di daxuyanîya xwe de armanca serdanê wekî “naskirina Greenlandê, çand, dîrok û gelê wê” ragihand.

Zexta dîplomatîk

Tevî daxuyanîya Amerîkayê jî, greenlandî, pisporên li ser meseleyê û medyaya ewrûpî di wê bawerîyê de ne, Trump gav bi gav dixwaze ji zexta dîplomatîk li ser Greenlandê zêde bike.

Berlinske ku rojnameyeke Denmarkê ye di analîzeke xwe ya li ser mijarê got, “wiha xuya dike, niha tu şik û guman nemane ku Trump dixwaze Greenlandê bixe bin kontrola xwe.”

Infowelat

———————————–

Foto: Wargeheke li Grenlandê

Greenland “pêwendîya azad” nîqaş dike

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa di 2024an de du qat germ bû

Sazîyên meteorolojîyê li ser guherîna avhewayê raporek amade kirin. Raporê tespît kir ku li parzemîna …