Hikumeta Greenlandê dixwaze formûleke self-determînasyonê pêş bixe.
Bingeha bernameya serwerîyê ji “pêwendîya azad” a bi dewleta serwer re pêk tê.
Denmarka ku Greenland kontrol dike û DYA dewletên ku muxatabê “têkilîya azad”in.
Greenland piştî hilbijartinê niha jî statuya xwe nîqaş dike.
Sîyaseta alîgirîya serxwebûnê dike, dixwaze formûleke self-determînasyonê pêş bixe.
Tevî ku hemû partî alîgiriya dîyarkirina qederê dikin, çarçoveya serwerîyê di bernameyên wan de ji hev cûda ye.
Partîyên navendê û navenda rast Demokraatit û Naleraqê ku hilbijartinê de bi ser ketin, hewl didin nexşerîyeke ji bo serwerîyê amade bikin.
Naleraq dixwaze bi lez ji bo serxwebûnê gav bên avêtin.
Demokraatit di dewsa vê de, dixwaze Greenland gav bi gav serwerîya xwe bi dest bixe.
Çav li rê ye, piştî avakirina hikumeta koalîsyonê ji bo serxwerîyê nexşerîyekê bê amadekirin.
Çi ye pêwendîya azad?
Jens-Frederik Nielsenê ku serokê vê Demokraatit e pêşengîya avakirina hikumetê dike.
Bingeha bernameya serwerîyê ya Demokraatitê ji “pêwendîya azad” a bi dewleta serwer re pêk tê.
Denmarka ku Greenland kontrol dike û DYA dewletên ku muxatabê “têkilîya azad”in.
Wateya vê formûlasyonê ev e, Greenland wê biryara ji bo statuya bide û kengî bixwaze wê dawî li pêwendîya xwe ya polîtîk a bi herdu dewletan re bîne.
Jens-Frederik Nielsen dibêje, divê serwerîya Greenlandê zirarê nede halxweşîya wê ya aborîyê.
Herdu partîyên di Parlamentoya Greenlandê de bûn yekemîn, bawer dikin ku “pêwendîya azad” a bi dewletekê re wê pêşîya serxwebûnê vebike.
Çima ji bo serxwebûnê nayê lezandin?
Greenland ji sedsala 19. û vir ve di kontrola Denmarkê de ye û xwedî otonomîyeke berfireh e.
Greenland di çarçoveya peymana bi Denmarkê re kengî bixwaze dikare referandûmeke ji bo serxwebûnê li dar bixe.
Lêbelê ji ber ku ji alîyê aborîyê ve girêdayî alîkarîya Denmarkê re, naxwaze zû bi zû ji vî welatî veqete.
Denmark salane ji 500 milyon euroyî zêdetir alîkarîya fînansê dide Greenlandê.
Infowelat
————————————-
Foto: Protestoyeke greendlandîyan a li hemberê Amerîkayê