Kurdistanê ji CHP’ê re vekirin

Partiya Çepên Kesk (YSP) û rêvebirî, medya û saziyên KCK’ê ji bo vê kampanyayeke mezin meşandin.

Di encama vê de lîderê CHP’ê û namzetê serokatiyê ya Tifaqa Miletê Kemal Kiliçdaroglu li Kurdistanê di asta rekorê de deng girt.

Di hilbijartina 14’ê Gulanê ya Tirkiyeyê de gelê Kurd neçar hat hiştin destekê bide yek ji du bloqên hegemon ên Tirk.

Partiya Çepên Kesk (YSP) û rêvebirî, medya û saziyên KCK’ê ji bo vê kampanyayeke mezin meşandin.

Di encama vê de lîderê CHP’ê û namzetê serokatiyê ya Tifaqa Miletê Kemal Kiliçdaroglu li Kurdistanê di asta rekorê de deng girt.

Kiliçdaroglu di hilbijartinê de herî zêde li pênc bajarên Kurdistanê deng wergirtin.

Lîderê partiya Kemalîst li Dêrsimê 80.26 ji %, li Şirnexê 75.61 ji %, li Culemêrgê 73.54 û li Amedê 71.96 ji % û li Batmanê 67.57 deng girt.

Lîderê Kemalîst Kemal Kiliçdaroglu li Wanê mîtîngeke girseyî li dar xist. Bi dehezaran Kurd tevlî vê mîtîngê bûn. Hemû meydan û derdor bi alên Tirkiyeyê û bi fotoyên Ataturk hatin xemilandin. 

Amed û CHP

Di serî de li Amedê, li gelek bajarên Kurdistanê CHP’ê bi dengên Kurdan hebûna xwe xurt kir.

Ev jî bû sebeb, CHP’ê li Paytexta Kurdistanê piştî 22 salan bikaribe wekîlekî bişîne Parlamentoya Tirkiyeyê.

Li hin van bajaran, di serî de jî li Amedê dengên çûn ji Kiliçdaroglu re ji yên YSP’ê zêdetir bûn.

Lêbelê CHP’ya li ser riya damezrînerê Tirkiyeyê Ataturk, li Kurdistanê ne tenê ji bo serokomariyê lê ji bo hilbijartina parlamentoyê jî dengên xwe zêde kirin.

Fotoyê bergê: Rêjeya dengên Kemal Kiliçdaroglu ya pênc bajarên Kurdistanê (Jêder:Medyanews)

Di serî de li Amedê, li gelek bajarên Kurdistanê CHP’ê bi dengên Kurdan hebûna xwe xurt kir.

Ev jî bû sebeb, CHP’ê li Paytexta Kurdistanê piştî 22 salan bikaribe wekîlekî bişîne Parlamentoya Tirkiyeyê.

Li hin bajarên din ên Kurdistanê jî qismek dengên YSP’ê çûn ji CHP’ê re.

CHP li dengên xwe yên li Entabê 5 ji % bilind kir û gihîşt rêjeya 20 ji % hemû dengên li bajêr.

Ev jî derfet da, vê partiyê ji Entabê 3 wekîl bişîne Parlamentoya Tirkiyeyê.

Infowelat

——————-

Fotoyê bergê: Ala Partiya Gel a Komarê (CHP) ya Tirkiyeyê. 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

KNK banga yekîtîya kurdan kir

Civata Giştî ya KNKê ya 22. a li bajarê Den Haagê ya Hollandayê her lidarxistin. …