Fermandar Marcos xatir xwest

Fermandarê tevgera Zapatîstayan Marcos bi nameyekê dirêj ji karê xwe vekişiya.

Marcos bi van gotinên hestiyar biryara xwe ji raya giştî re eşkere kir:

“SubGaleano mir. Çawa ku berê dijîya, ew niha jî mir.”

Fermandarê tevgera Zapatîstayan Marcos bi nameyekê dirêj ji karê xwe vekişiya.

Marcosê karîzmatîk bi nameyeke dirêj a di malpera EZLN’ê de hat weşandin, vekişîna xwe ragihand.

Marcos bi van gotinên hestiyar biryara xwe ji raya giştî re eşkere kir:

“SubGaleano mir. Çawa ku berê dijîya, ew niha jî mir.”

Marcos navê “Fermandarê serhildêr Marcos” li binê vê nameyê nivîsî.

Galeano navê gerîlayekî bû ku piştî mirina wî, di 2014’an de Marcos vî navî li xwe kiribû.

Dîmeneke Marcos / Nndb.com

Binavê “SubGaleano”, Marcos xwe wekî fermandarê duyemîn pênase kiribû û qîmetê dabû hevalê xwe Galeano.

Hin pisporên Zapatîstayan diyar dikin, vekişîna Marcos têkçûna tecrûbeya şoreşgerî ya tevgerê nîşan dide.

Qismek pispor didin zanîn, vekişîn ji ber pêdiviya guherînê ya di nava tevgerê de pêk hatiye.

Li gorî vê nêrînê, vekişîna Marcos wê deriyê rêvebiriya EZLN’ê li zarokên gerîlayên xwecî re veke.

Heman derdor dibêjin, eynî wekî di nava Tevgera Kurd de pêk tê, ji niha û pê ve jinên Zapatîsta wê zêdetir pozîsyonên rêvebiriyê bi dest bixin.

Qismek pispor didin zanîn, vekişîn ji ber pêdiviya guherînê ya di nava tevgerê de pêk hatiye.

Li gorî vê nêrînê, vekişîna Marcos wê deriyê rêvebiriya EZLN’ê li zarokên gerîlayên xwecî re veke.

Serhildana Zapatîstayan

Artêşa Zapatîsta ya Rizgariya Neteweyî (EZLN) di 1’ê Çileya 1994’an de li eyaleta Chiapas a Meksîkayê serhildaneke çekdarî dabû destpêkirin.

Di demeke kurt de paytexta eyalatê San Cristobal de las Casas û gelek deverên xweciyan ji aliyê Zapatîstayan ve hatibû dagirkirin.

Paşê, gerîlayên Zapatîsta ji bajaran vekişiyabûn û li herêmên gundewar rêvebiriyeke xweser damezrandibûn.

Artêşa Zapatîsta ya Rizgariya Neteweyî (EZLN) di 1’ê Çileya 1994’an de li eyaleta Chiapas a Meksîkayê serhildaneke çekdarî dabû destpêkirin.

Paşê, gerîlayên Zapatîsta  li herêmên gundewar rêvebiriyeke xweser damezrandibûn.

Bingeha vê modelê “Belediyeyên Xweser ên Zapatîsta” bû (MAREZ) kû xwedî naverokake lîberter bû.

Lêbelê di 6’ê Mijdara 2023’an de bi daxuyaniya fermandarê Zapatîsta Moises, belediyeyên xweser hatin ji hev xistin.

Di daxuyaniyê de derbarê sebeba jihevxistinê de tu sebeb nehat nîşan dayîn.

Kî ye fermandar Marcos?

Fermandar Marcos ango bi navê wî li xwe kiribû “Subcomandante Marcos”, di 1957’an de li bakurêrojhilatê Meksîkayê hat dinyê.

Fermandar Marcos ango bi navê wî li xwe kiribû “Subcomandante Marcos”, di 1957’an de li bakurêrojhilatê Meksîkayê hat dinyê.

Navê wî yê esil Rafael Sebastián Guillén Vicente ye.

Marcos li Zanîngeha Otonom a Meksîkayê (UNAM) ji beşa felsefeyê mezûn bû.

Eyaleta Chiapas. EZLN di 1994’an de li herêmê dest bi serhildaneke çekdarî kir.

Marcos tevgera Zapatîsta bi qasî 20 salan bi rêve bir û bû îdeologê herî naskirî yê tevgera gerîla ya Zapatîsta.

Fermandar Marcos di vê dema dirêj de bi axaftin û daxuyaniyên xwe yên xwedî bingeke felsefîk, ket rojeva cîhanê.

———————–

Foto: Fermandar Marcos /Famouspictures.org

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …