Li Sûdanê paramîlîter serî hildan

Li Sûdanê şerê di navbera hêzên çekdarî de sê roj li dûv xwe hişt.

Di pevçûnê de piraniya wan kesên sivîl herî kêm 100 kes hatin kuştin û bi sedan kes birîndar bûn.

Aliyên şerê navxweyî yê li Sûdanê Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn e.

Li Sûdanê şerê di navbera hêzên çekdarî de sê roj li dûv xwe hişt.

Di pevçûnê de piraniya wan kesên sivîl herî kêm 100 kes hatin kuştin û bi sedan kes birîndar bûn.

Duh bi navbeynkariya hin aliyan agirbesteke bi qasî 3 saetan hatibû ragihandin.

Lê bi dûv agirbestê pevçûnên çekdarî li paytext Xartûm û li hin herêman ji nû ve dest pê kir.

Tê ragihandin Misir, Sûdana Başûr û hin welatên din dixwazin navbeynkariyê bikin.

Aliyên şerê navxweyî yê li Sûdanê Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn e.

Mihemed Hamdan Daglo û AbdeL Fetah El-Burhan. Her du fermandar berpirsê şerê navxweyî yên li Sûdanê ne.

Lîderê cûntaya Sûdanê AbdeL Fetah El-Burhan ku ji 2019’an û vir ve li ser kar e, dixwaze dawî li serbestiya  Hêzên Piştevaniya Lezgîn bîne.

Burhan ji bo vê hêzê tevlî Artêşa Sûdanê bike bi fermandarê wê Mihemed Hamdan Daglo re muzakereyan dimeşand.

Lêbelê Daglo daxwaza hukumeta Burhan qebûl nekir û hevdîtin bêencam man.

Li aliyekî din, Burhanê li ser kar jî soza xwe ya ji bo hukumeta sivîl pêk neanî û hukumetê dewrî sivîlan nekir.

Li gorî peymana di navbera artêş û siyaseta Sûdanê de divê artêş vê mehê ser kar vekişiyana.

Hêzên Piştevaniya Lezgîn

Ev hêza mîlîs, di destpêka salên 2000’î de li herêma Darfûrê komkujiyan pêk anîbû.

Tê ragihandin niha hejmara Hêzên Piştevaniya Lezgîn li derdora 100,000’î ye.

Sûdan bi erdên xwe welatê 3.ê herî mezin ê Afrîkayê ye. Nifûsa welêt 45 milyon e û 70 ji % civakê ereb in. Yên mayî komên etnîk ên Afrîkî ne.

Ev hêza paramîlîter di 2013’an de ji aliyê serokê berê yê Sûdanê Umer El-Beşîr ve hatibû damezrandin.

Paşê, ev hêz di 2017’an de bûbû xwedî bingeheke qanûnî.

Fermandarê vê hêzê Mihemed Hamdan Daglo berî niha lîderiya milîsên Cancawîd dikir.

Ev hêza mîlîs, di destpêka salên 2000’î de li herêma Darfûrê komkujiyan pêk anîbû.

Tê ragihandin niha hejmara Hêzên Piştevaniya Lezgîn li derdora 100,000’î ye.

Infowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Peymana stratejîk a Yekîtîya Ewrûpa û Misrê

Bruksel wê 7.4 milyar euro bide Misirê ku di nava krîza aborîyê de ye. Armanca …