Amerîka û Rûsya li Stenbolê civîyan

Amerîka û Rûsyayê vê carê li Stenbolê hatin gel hev.

Aliyan ji bo 6 tesîsên dîplomatîk ên Rûsyayê li wan vegerînin li hev kirin û “nexşerêyekê” amade bikin.

Tevî pêşdeçûnan, Amerîka û Rûsyayê girtî jî bi hev re guhertin.

Amerîka û Rûsya vê carê li bajarê Tirkiyê Stenbolê hatin gel hev.

Di encama civînê de aliyan li hev kirin ku 6 tesîsên dîplomatîk ên Rûsyayê li wan vegerînin.

Alîyan ji bo vê “nexşerêyekê” amade kirin.

Tevî vê yekê, aliyan di mijarên wekî kar û barên banqevanî û darayî hêsantir bên kirin, vîze hêsantir bên stendin û dîplomat serbest karibin bigerin jî li hev kirin.

Di navbera Amerîka û Rûsyayê de pêşdeçûnek jî li ser mijara pevguhertina girtiyan çê bû.

Îstixbarata Amerîkayê CIAyê ragihand, wan li paytext Îmaratên Ereb girtî bi hev re guhertine.

Infowelat

————————————————-

Foto: Şandeya amerîkî ji bo hevdîtinê çû Konsolosxaneya Rûsyayê ya Stenbolê

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Lêçûyînên ji bo mîlîtarîzmê derket asta rekorê

Mesrefên leşkerî li sala 2025an de asta rekorê. Cîhan par nêzîkî 3 milyar trîlyon dolar …