Komxebata bi sernavê “Di perwerdehiya bi zimanê zikmakî de ber bi çareseriyê ve: Derfetên Heyî, Astengî, Pêşniyazî” ji alîyê şaxa Egîtîm-Senê ya Amedê ve hat lidarxistin.
Zimanzan, akademisyen, rewşenbîr û gelek nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî tevlî komxebatê bûn
Îsal Amed ji komxebateke din a li ser ziman re malovanîyê kir.
Komxebata bi sernavê “Di perwerdehiya bi zimanê zikmakî de ber bi çareseriyê ve: Derfetên Heyî, Astengî, Pêşniyazî” ji alîyê şaxa Egîtîm-Senê ya Amedê ve hat lidarxistin.
Egîtîm-Sen (Şaxên Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê) sendîkaya mamosteyan a Tirkîyeyê ye ku mamosteyên kurd jî di bin banê wê de xwe birêxistin kirine.
Zimanzan, akademisyen, rewşenbîr û gelek nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî tevlî komxebatê bûn ku di 13-14ê nîsanê de hat lidarxistin.
Komxebat bi axaftinên li serr hiquqa parastina ziman dest pê kir.
Hiqûqa û ziman
Endamê Komîsyona Zimanê Kurdî yê Baroya Amedê Muslum Dalar bi sernavê “Di hiqûqa Tirkiyeyê de Pirsgirêka Perwerdehiya Bi Zimanê Zikmakî” û endamê Komîsyona Ziman ê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Serhat Hezar bi sernavê “Di hiqûqa navnetewî û Metnên wê de Palpiştên Perwerdeya Bi Zimanê Zikmakî” û Hevberdevka Komîsyona Çand, Ziman û Hunerê ya DEM Partiyê parêzer Cemîle Tûrhalli jî bi sernavê “Di Serdema Nêz a Tirkiyeyê de Nîqaşên Di Qada Polîtîk û Zagonî de axivîn.
Perwerdehîya bi kurdî
Di roja duyemîn a komxebatê de teblîxên li ser perwerdeyê hatin pêşkêşkirin.
Zimanzan Haydar Diljen, Yildirim Arslan û Fîgen Kaplan di beşa ewil de axivîn.
Diljen li ser giringîya perwerdehîya ziman wiha axivî:
“Ev 50 sal e em wekî rêxistinê mamesteyan bi vê meseleyê re mijûl in. 50 sal derbas bûn, cîhan guherî lê em di vê mijarê de pêş neketin. Hêvîdarim gav bên avêtin. Em perwerdeya bi zimanê kurdî dixwazin. Zarokên me ji ewil zimanê dayikê hîn dibin lê dema diçin dibistanê dikevin nav krîzê. Heke zimanek nebe zimanê perwerdeyê, ew ziman nîv ziman e”
Piştre jî Yildirim Arslan axivî û li ser meseleya modela perwerdehîyê vê tesbîtê kir:
“Ji bo peşerojê modelên nû gelek girîng e. Pergela şaristaniya demokratîk xebata hişmendiya azadiya mejiyê ye. Perwerde lêgerîna heqîqetê ye. Bingeh nêzikbûna hişmendiyê ye.”
Pêdivîya pêşxistina ziman
Pişt re zimansaz Samî Tan li ser zindîbûna ziman wiha axivî:
“Îro tiştê ji me tê xwestin naskirina rewşa xwe û zimanê xwe ye. Divê em rewşa gel nas bikin û li gorî vê xebatan li pêş xwe bixin. Ji bo em di encaman xebatan de bigirin divê em xebatên rû bi rû bikin. Îro rewşa zimanê Kurdî çi Kirmancî çi Kirmanckî be nebaş e. Divê ziman her dem zindî be. Di zimanê me de hezaran peyv hebin jî piştî nehat axaftin ev ziman dê winda bibe. Îro em dibînin dewletên cuda ji bo zimanê xwe biparêzin qanûnên fermî diderxe. Îro dê û bav di nav xwe de zimanê xwe zede diaxivin lê dîsa ev dê û bi bav zarokên xwe re tirki diaxivin. Divê em zimanê xwe pêş bixin lê ne tenê di axaftinê de divê em aliyê nivisî de jî zimanê xwe pêş bixin.”
Zeraq: Em nikarin asîmîlasyonê bisekinînin
Pişt re zimanzan Dilawer Zeraq teblîxeke balkêş a li ser meseleya asîmîlasyonê pêşkêş kir.
Zeraq wiha axivî:
“Dema bişaftin bi ser ket, ew heta mirinê didome. Bişaftin ne li ser ziman tê meşandin. Li ser hiş û mejî tê meşandin. Dema ku bişaftin dest pê dike mirov ji zimanê xwe dûr dikevê. Helbestwan Cemal Sûreya kurd e. Lê hate dawiya emrê xwe Kurdbûna xwe veşartiye. Divê gelê Kurd li ser politîkayên hişyar be. Îro em hatin wê astê. Em nikarin politîkayên bişaftinê bisekînin. Dema zarokên me biçûk in dayîka xwe re dikarin Kurdî bikaxivin. Lê dema mezin dibin nikarin Kurdî biaxivin. Divê em di ve komxebatê de çareseriya rê ji xwe re derxin.”
Tecrûbeyên Îrlanda û Baskê
Di rûniştina seyemîn de ji Îrlandayê Robert Douglas Dunbar û ji Welatê Baskê Paul Bilbao Sarria axivîn.
Dunbar li ser dîroka têkoşîna li Îrlandayê agahî dan û paşê gotinê anî ser peymana aştîyê ya Bakurê Îrlandayê.
Beşdarî îrlandî wiha axivî:
«Zimanê Îrlandî ji wê demê û vir ve bi awayekî berbiçav pêşket. Bi hezaran xwendekar niha li dibistanên bi zimanê Îrlandî dixwînin. Li dibistanên navîn jî dersên bi Îrlandî hatin dayîn. Di vê pergala perwerdehiyê de dibistanên cuda hebûn ku bi zimanê Îngilîzî û Îrlandî perwerde dikirin. Di demeke kurt de ev hejmar bi lez zêde bûn.”
Douglas Dunbar di dawiya axaftina xwe de got: “Ez hêvî dikim ku carek din ez bi kurdî bi wan re biaxivîm.”
Piştre Paul Bilbao Sarria li ser tecrûbeya Welatê Baskê axivî.
Sarria li ser hêza ziman a ji bo neteweyekê van gotinan kirin :
« Di sedsala 19an de sedî 50î welatî zimanê Baskî dixaviyan. Ê niha hejmara wan gelek kem ê û wiha axivî: “Hebûna welatekî li ser zimanê derdikevê holê. Ji ber ku ziman hêz e. Desthilatdar jî her carî êrişî ziman dike. Îro Bask-Îspanya, Kurdistan-Tirkiyeyê em pevçûnên ziman dibînin. Ziman winda nabe. Lê yê ku wî zimanî diaxivin dê hemû bên kuştin û dê ziman winda bibe. Ziman konrtola aborî û hez ê.»
Komxebat piştî nirxandinên beşdaran û Kursiya Azad bi dawî bû.
Foto: Dîmeneke ji komxebata li Amedê/ANF