IPPNW: Tirkiye Peymana Çekên Kimyewî binpê kir

IPPNWyê ji bo îdiayên ku dibêjin çekên kîmyewî hatine bikaranîn, li Herêma Kurdistanê lêkolîn kiriye.

Piştî lêkolînê saziyê got, “Hin delîlên nerasterast hatine bidestxistin ku Tirkiyeyê Peymana Çekên Kîmyewî binpê kiriye.”

Bang li OPCW û NYyê kiriye ku lêkolînê li ser delîlên çekên kîmyewî bikin.

Doktorên Navnetewî yên ji bo Bergiriya Şerê Nukleerî IPPNW raporek amade kiriye ku tê de behsa bikaranîna çekên kîmyewî ya ji hêla Tirkiyeyê kiriye.

Heyeteke ji Almanya û Swîsreyê ya IPPNWyê di navbera 20 û 27ê Îlona 2022ê de serdana Herêma Kurdistanê kiriye û li wir lêkolîn kiriye.

Di heyetê de kesên mîna Serokê IPPNWya Swîsreyê Dr. Josef Savary û endamê lijneya şêwirmendiya zanistî ya IPPNWya Almanyayê û pişkînerê kevn ê çekên biyolojîk ê saziya NYyê UNMOVICê Dr. Jan van Aken hebûn ku van Akenî lêkolîna çekên kîmyewî û biyolojîk ên Iraqê yên di dema Sedam Huseynî de jî kiribû.

Heyetê bi sernavê “Tirkiye Peymana Çekên Kîmyewî binpê dike?” amade kiriye.

Rapor di 12ê Çiriya Pêşiyê de hatiye weşandin û di raporê de hatiye gotin, “Hin delîlên nerasterast hatine bidestxistin ku Tirkiyeyê Peymana Çekên Kîmyewî binpê kiriye.”

IPPNWyê her wêha ji bo lêkolînê li ser delîlên hatine dîtin lêkolînê bike bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) û Neteweyên Yekgirtî kiriye.

IPPNWyê di raporê de her weha cih daye daxuyaniyeke Wezîrê Berevaniyê Hûlûsî Akarî û gotiye:

“Hûlûsî Akarî di 16ê Sibata 2021ê de li TBMMyê gotibû ku Artêşa Tirkan di têkoşîna li dijî PKKyê de gaza rondikrêj bikar aniye. Ji bo kontrolkirina xwenîşandanan, serhildanan, destûrê didin bikaranîna gazeke rondikrêj. Lê Peymana Çekên Kîmyewî qedexe kiriye ku ew gaz li qadên leşkerî bên bikaranîn.

“Hûlûsî Akarî di daxuyaniya xwe de behsa pevçûnan çend roj berê li Bakurê Iraqê li Çiyayê Gareyê di navbera artêşa Tirkan û PKKyê de derketiye kir û got ku: “Her weha li vê qadê, li ber devê şikeftê, li dijî bombeya destan û hawanan, gaza rondikrêj hate bikaranîn. Ji bilî vê ti çek an jî teqemenî nehatiye bikaranîn.

“Ev daxuyaniya Wezîrê Berevaniyê tê wateya ku Peymana Çêkên Kîmyewî hatiye binpêkirin û divê li gorî hiqûqa navnetewî bê lêkolînkirin, lewre ev reng bikaranîna gaza rondikrêj, ‘ne kontrolkirina hêza çalak’ e, bi rengekî aşkere li qadeke leşkerî hatiye bikaranîn.”

____________

Ev nivîs cara ewil di Bianetê de hatiye weşandin

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Sirbên Kosovayê hilbijartinê boykot kirin

Li bakurê Kosovayê li herêma sirb lê dijîn hilbijartinên xwecîhî hatin lidarxistin. Ji ber vê …