Amnesty International: Li Başûr 30 jin hatin kuştin

Amnesty International:

“Hikumeta Başûrê Kurdistanê kuştin, tecawiz, lêdan û şewitandina jinê jî tê de, nikare sûcdaran derxe pêşberî dadgehan.”

Amnesty International: “Hikumeta Başûrê Kurdistanê kuştin, tecawiz, lêdan û şewitandina jinê jî tê de, nikare sûcdaran derxe pêşberî dadgehan.”

Başûrê Kurdistanê di warê binpêkirina mafên jinê de di salên dawî de dikeve rojeva cîhanê.

Rêxistina Efûyê (Amnesty International) bi raporeke xwe balê kişand ser vê meseleyê.

Rêxistinê diyar kir, “hikumeta herêmî kuştin, tecawiz, lêdan û şewitandina jinê jî tê de, nikare sûcdaran derxe pêşberî dadgehan.”

Rapor nîşan dide, şîdeta navmalê ne tenê li başûrê Kurdistanê lê li seranserê Iraqê pêk tê.

Di 2023an û vir ve li başûrê Kurdistanê 30 jin hatine kuştin.

Salek berîya vê jî li başûrê Kurdistanê 40 jin hatibûn kuştin.

Rêxistinê dide zanîn, ji ber ku jin newêrin gilî bikin, hejmarên rast ji vê hîn zêdetir in.

Tevî vê jî, di 4 mehên ewil ên 2024an de li Iraqê 14,000 gilî hatine kirin.

Rêxistina Efûyê radigihîne, ji bo gilî nekin, jin rastî zextên malbatên xwe tên.

——————————————

Foto: Logoya Rêxistina Efûyê/Malpera Amnesty International

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan: Pêwîstiyek Stratejîk

Avreş JIYAN Li gorî geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn, yekitiya neteweyî ya Kurdan hem …