The Guardianê ragihand, agirbesta di navbera rejîma Şamê û Rojavayê Kurdistanê de roja şemîyê hatîye dirêjkirin. Rêveberîya Şamê bi daxuyanîyeke xwe ya fermî vê dirêjkirina agirbestê red kir.
Medyaya cîhanê radigihîne, agirbesta di navbera Rojavayê Kurdistanê û hikumeta demkî ya Sûrîyeyê de hatîye dirêjkirin. Rojnameya britanî The Guardianê nûçeyeke li ser vê mijarê weşand. Rojnameyê got, agirbesta ku di destpêka vê hefteyê de li ser hatibû lihevkirin, roja şemîyê hatîye dirêjkirin. Di nûçeyê de hat dîyarkirin, înformasyona derbarê agirbestê de ji “çavkanîyên dîplomatîk ên Sûrîyeyê” hatîye girtin.
Tevî nûçeyeke bi vî rengî jî, hikumeta Şamê û rêveberîya Rojava agirbestê piştrast nekirin. Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê ji Rûdawê re got, ji bo agirbestê hewldan û xebat hene. Herçi Wezareta Karên Derve yên hikumeta demkî ya Sûrîyeyê bû, di daxuyanîya xwe de xebera dirêjkirina agirbestê qebûl nekir. Daxuyanîyawezaretê ya derbarê mijarê de di SANAyê de hat weşandin.
Rejîma Şamê û HSDê roja sêşemê ji bo agirbesteke 4 rojan li hev kiribûn. Agirbesta piştî vekişîna HSDê ji Reqa û Dêra Zorê hatibû îmzekirin, roja şemîyê bi dawî bûbû.
Infowelat
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat