European Union foreign policy chief Josep Borrell speaks with the media as he arrives prior to the EU-Israel Association Council at the EU Council building in Brussels on Monday, Oct. 3, 2022. (AP Photo/Virginia Mayo)

Borrell: Ewrûpa bexçe ye lê cîhan daristaneke hov e

 

Şefê dîplomasiya Yekitiya Ewrûpayê Josep Borrell derbarê cîhana li derveyî Ewrûpayê û Rûsyayê de gotinên sosret kirin

Borrell got, Ewrûpa bexçeye lê piraniya cîhanê cengel e ango daristaneke hov e

Borrell di bernameyeke li bajarê Belçîka Brugge de, cîhana li derveyî Ewrûpayê wekî daristaneke hov bi nav kir.

Josep Borrell Nûnerê bilind ê dîplomasiya Ewrûpayê wiha axivî:

“Ewrûpa bexçeyeke ji azadiyên siyasî, dewlemendiya aboriyê û ahenga civakî pêk tê. Ev, berhemê herî baş ê mirovahiyê ye. Piraniya aliyê mayî yê cîhanê daristaneke hov e. Ev daristan dikare bexçeyê dagir bike. Lewma jî divê xwediyê bexçeyê hay ji xwe hebin.”

Piştî van gotinên mişt bi nêzîkbûneke rasîst û kolonyalîst dagirtî, Borrell gotinê anî ser şerê li Ûkraynayê.

“Êrişeke nukleer a li dijî Ûkraynayê wê rastî bersivekê were. Ew ê bersiv ne êrişeke nukleer be. Lêbelê wê bersiveke xurt a leşkerî bê dayîn û artêşa Rûsyayê bê tunekirin.”

Rêvebirê Ewrûpî got, 20 ji % cîhanê ne di lehê ne jî di aleyhê îlhaqa Rûsyayê de helwestê nîşan dan; lewma jî ev yek Yekitiya Ewrûpayê aciz dike.

Di dawiya axaftina xwe de Josep Borrell îcar li ser mijara êrişeke muhtemel a nukleer a li Ûkraynayê sekinî û bersiv da gotinên Vladimir Putin.

Borrell got, serokê Rûsyayê gotiye ew bi gefa êrişa nukleer a li dijî Ûkraynayê henekan nake û bi van gotinan bersivê da Putin:

“Êrişeke nukleer a li dijî Ûkraynayê wê rastî bersivekê were. Ew ê bersiv ne êrişeke nukleer be. Lêbelê wê bersiveke xurt a leşkerî bê dayîn û artêşa Rûsyayê bê tunekirin.”

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …