Almanya tabûreke piyade şand Lîtwanyayê

NATO welatên li dora Deryaya Baltik bilez mîlîtarîze dike

Almanya tabûreke piyade û wesayitên leşkerî şand Lîtwanyayê

Bi vî awayî hejmara leşkerên alman ên li vî welatî nêzîkî 2000’î bûn

Tifaqa leşkerî NATO bi mehane sewqiyeta ji bo Lîtwanya, Latwiya û Estonyayê didomîne.

Cara dawî Almanya tabûreke piyadeyan şand Lîtwanyayê.

200 leşkerên Alman, ligel 50 wesayitên leşkerî gihîştin bendera Klaipeda ya vî welatî.

Bi vê sewqiyeta re, hejmara leşkerên alman ên li Lîtwanyayê gihîştin 1700’î.

Berî niha, Belçîka, Çekya, Norwêc, Holanda û Luxembourg jî leşker şandibûn Lîtwanyayê.

NATO di civîna Madrîdê biryar girtibû, hêza xwe ya li welatên Baltik derxe asta tûgayê.

Ev jî tê vê wateyê; hejmara leşkerên NATO’yê li her sê welatên Baltik dikare bigihîje 5 hezarî.

Li aliyekî din, Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin jî di 10’ê Tebaxê de ji bo hevdîtinan çûbû welatekî din ê Baltik Latviyayê.

Hatina Austin a ji bo herêmê, wekî niyeta mîlîtarîzekirina Deryaya Baltikê hatibû şîrovekirin.

Baltik di navbera Denmark, Almanya, Polonya, Swêd, Fînland, Rûsya, Estonya, Latwiya û Lîtwanyayê de cî digire.

Deryaya Baltik ku der e?

Deryaya Baltikê li bakurê Ewrûpayê ye û 9 welatên li herêmê digihîjine hev.

Baltik di navbera Denmark, Almanya, Polonya, Swêd, Fînland, Rûsya, Estonya, Latwiya û Lîtwanyayê de cî digire.

Ji bilî Rûsyayê, hemû welatên din endamên NATO’yê ne an jî wekî Swêd û Fînland dikin bibin endamên vê rêxistina leşkerî.

Deryaya Baltik û welatên lo dora wê. Dema Swêd û Fînland bibin endam, hema bêje hemû derya dikeve bin kontrola NATO’yê.

Aloziya Lîtwanya-Rûsyayê

Lîtwanya di 18’ê hezîranê de bi biryarekê sewqiyata bi riyên hesinî ya ji bo herêma Kalînîgradê qedexe kiribû.

Lîtwanya ragihandibû di çarçoveya ambargoya Yekitiya Ewrûpayê de wê êdî Rûsya nikaribe di ser Lîtwanyayê re pêdiviyên lojîstîk bişîne Kalînîgradê.

Ev jî di navbera her du welatan de bûbû sebeba aloziyeke nû.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …