Eger bendav li ser qada erda wê ne bilind de ya bajarokê Qesrikê û gundê Misûrîyê bê çêkirin, wê gelek wargeh, qadên çandinî û dîrokî û herwiha gelek cureyên heywanan bên tunekirin. Qesra Elo, Medreseya Feqîyê Teyran, Xirbeyên Finikê îhtimal heye di bin avê de bimînin.
Dema “Bendava Cizîrê” ya li ser Çemê Dîcleyê bê temamkirin wê gelek avahîyên dîrokî di bin avê de bimînin.
Projeya “Bendava Cizîrê” û Tesîsa Enejîyê ya Hîdroelektrîkê (HES) ku wekî bendava 10. a li ser Çemê Dîcleyê hatîye plankirin, bi dawî bû. Parlamenterê AKPê Arslan Tatar ku di parvekirina xwe ya di derbarê projeyê de ya di medyaya civakî de got, îhaleya projeyê hatîye kirin. Tatar wiha axivî: “Karê avakirinê wê heta pêkan be zû dest pê bike. Bendav wê di 3 salan de bê temamkirin û wê dest bi hilberîna enerjîyê bike.”
Projeya îhaleya wê di 24ê gulana 2013an de hatibû kirin, ji ber nîqaşên li ser hin meseleyan hatibû taloqkirin. Bendava ku êt plankirin li ser Çemê Dîcleyê bê avakirin, tê gotin wê bibe bendava duyemîn mezin a piştî Bendav Ilisuyê.
Bendava ku projeyeke hevpar a Wezareta Daristanan û Karûbarên Avê û Midûrîyeta Giştî ya Dewletê ya Karên Hîdrolelektrîkê (DSI) ye, di 29ê nîsana 2019an de destûra nirxandina bandora li ser xwezayê (EIA) wergirt. Eger bendav li ser qada erda wê ne bilind de ya bajarokê Qesrikê û gundê Misûrîyê bê çêkirin, wê gelek wargeh, qadên çandinî û dîrokî û herwiha gelek cureyên heywanan bên tunekirin. Li alîyekî din, Herêma Kurdistanê û Iraqê ku pêdivîya wan avê bi Çemê Dîcleyê tê peydekirin wê piştî temamkirina bendavê bi krîzeke giran a avê re rû bi rû bimînin.
Nexşê Împaratorê Gûtî
Pira Mahmûd Xan ku tê texmînkirin di dema mîrên Botanê de hatîye çêkirin wê di nava avahîyên dîrokî de be ku wê di bin avê de bimînin. Pira di 2011an de di bin lehîyê de ma, ji nû ve hatibû avakirin.
Li gorî hin kesan, wêneyê ji kevir ê Împaratorê Gutî û yê siwarîyên Partyayê ku wekî Derîyê Qral tên naskirin û çiyayên Gabar û Cûdî ji hev vediqetîne jî wê di bin avê de bimînin. Nexşê ji kevir ên ku yên nîştecî navê “Bûk û Zava” lê dikin, yek ji berhemeke dîrokî ye ku her sal bi hezaran kes diçin dîtina wê.
———————————
Nivîs cara ewil di Retekurdistan de bi îtalyanî hatîye weşandin. Foto: Pira Mahmûd Xan
Not: Çavkanîyên ji herêmê radigihînin wê hîn zêdetir avahîyên dîrokî yên ji bo dîroka kurdan giring in ji alîyê Bendava Cizîrê bên tunekirin. Hin avahîyên giring ên îhtimalek mezin wê di bin avê de bimînin ev in: Qesra Elo, Medreseya Feqîyê Teyran, Xirbeyên Finikê.