Bakurê Koreyê di 1948an de bû serbixwe

Bakurê Koreyê di 9ê îlona 1948an de serxwebûna xwe ragihand.

Kim Il Sungê lîderê Partîya Karker a Koreyê bû, bû serokwezîrê welêt.

Bakurê Koreyê di 9ê îlona 1948an de serxwebûna xwe ragihand.

Koreya di bin dagirkerîya Japonyayê de bû, di 1945an de hatibû rizgarkirin.

Piştî rizgarîyê, Kore di navbera Sovyet û Amerîkayê de hatibû parvekirin.

Bi dûv rizgarîyê re, komunîstên Koreyê bi amadekirîyên ji bo serxwebûnê kirin.

Meclîsa Bilind a Gel di tebaxa 1948an de bi pêşengîya partîya komunîst de hat avakirin.

Di 3yê îlonê de destûreke bingehîn a ji bo Koreyê hat amadekirin.

Paşê jî, di 9ê îlona heman salê de Komara Koreyê Gel a Demokratîk hat ragihandin.

Kim Il Sungê lîderê Partîya Karker a Koreyê bû, bû serokwezîrê welêt.

Ragihandina serxwebûna Koreyê derî li şerekî mezin a navxweyî vekir.

Hêzên Bakurê Koreyê ketin başûrê welêt û xwestin hemû welêt di bin rêveberîya Kim Il Sung de bikin yek.

Şerê Koreyê

Bi Şerê Koreyê re welêt parçe bû û du dewlet hatin damezrandin. /Wikipedia

Ev jî derî li Şerê Koreyê vekir û ku encamên wekî karesatê bi xwe re anî.

Sovyetê û Çîn destekê dan Bakurê Koreyê û Amerîka û hevalbendên wê jî li Başûrê Koreyê dewleteke din ava kirin.

Şerê Koreyê di 1953an de bi dawî bû û di encam de Kore bû du parçe.

3 milyon kes ku piranîya wan sivîl bûn hatin kuştin.

——————————————

Foto: Komara Koreyê Gel a Demokratîk

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Puerto Rico referandûma statuyê li dar dixe

Di referandûmê de wê sê pirs bên kirin: tevlîbûna Amerîkayê wekî eyaleta 51., serxwebûn an …