Di hilbijartinên PE’yê de rewşa partiyên xweserîxwaz û serxwebûnxwaz

 

 

 

Di hilbijartinên ji bo Parlamentoya Ewropayê de (PE) partiyên xweserîxwaz û serxwebûnxwaz ên kêmaran hebûna xwe xurtir kirin. Bi taybetî li Spanya û Belçîkayê bilindbûna van partiyan balê kişand.

Li gorî encamên di vê hilbijartinê de derketine holê û encamên li hin welatan tên texmînkirin rewş wiha ye:

Spanya

Spanya bû welatê yekemîn ku herî zêde wekîlên serxwebûnxwaz şand PE’yê. Sê ji wekîlên hatin hilbijartin ji Koalîsyona Ewropayê ne (ji CDC û UDC’ya Katalonyayê û ji EAJ-PNV’ya Welatê Bask pêk tê) û du ji wan ji koalîsyona ERC-NECat in.

Ji bilî van, Însîyatîfa Katalonyayê, Anovaya Galîsyayê, Compromisa Valensiyayê û Gel Biryarê Dide (koalîsyoneke din a hin partiyên Welatê Bask û Galîsyayê) wekîlekî şandin parlamentoyê

Bi vê encamê, ji 9 ji 54 wekîlên ji Spanyayê ji bo PE’yê hatin şandin ji aliyê serxwebûnxwazên katalan, bask û galîs hatin hilbijartin.

Fransa

Hêza partiyên xweserîxwaz û serxwebûnxwaz ên li Fransayê têrî hilbijartina wekîlan nekir. Partiya Neteweya Korsîkayê ji % 21.5’ê dengan girt lê ev têrî parastina kursiya wê ya di parlamentoyê de nekir. Neteweperestên breton li herêma Bretonyayê ji % 9 û EAJ-PNV li Welatê Bask ê Bakur ji % 7.2’ê dengên li herêmê girt. Mixabin van encaman têrî bidestxistina kursiyek nekir.

Îtalya

Lîga Bakur ku partiyeke rastgir e û serxwebûnparêz û xweserîparêzên ji bakurê Îtalyayê di nava xwe de dihewîne, digel ku li herêmên bakurêrojava (Aosta, Ligurya, Lombardiya û Pîedmont) ji % 11.7 û li herêmên bakurêrojhilat (Veneto, Trentîno-Tîrola Başûr, Frîûlî-Venezya-Gîûliya) ji % 13’yê dengan girt, paş ve çû. Partiyê li parlamentoyê YE’yê 5 kursiyan bi dest xist.

Li Tîrola Başûr partiya xweserîparêz a rastgir SVP ji % 48’ê dengan girt û li kursiyekî bi dest xist.

Brîtanya

Partiya xweserîparêz a Galê Plaid Cymru li herêmê ji % 15’yê dengan girt û kursiya xwe ya di 2009’an de bi dest xistibû, parast. Çav li rêye ku SNP’ya serxwebûnxwaz a Skotlandê wê du kursiyên xwe yên di 2009’an biparêze.

Dîsa tê payîn ku partiya serxwebûnxwaz a îrlandî Sinn Fein yek ji sê kursiyên li Îrlandaya Bakur bi dest bixe.

Belçîka

Li eyaleta Flanderê alîgirê serxwebûna herêmê Tifaqa Flaman a Nû (N-VA) bi ji % 26.7’ê dengên xwe

çar wekîlan şand parlamentoyê. Di 2009’an de heman partî kursiyekî bi dest xistibû. Partiya rastgir a radîkal Vlaams Belang kursiyekî xwe winda kir û bi tenê karibû kursiyekî bi dest bixe. Li heman herêmê 7 parlamenterên din ji lîsteyên partiyên alîgirê federalîzmê hatin hilbijartin. Civaka almanîaxêf a li rojhilata Belçîkayê wekî hilbijartina berê di vê hilbijartinê de jî kursiyekî bi dest xist.

Almanya

Digel betalkirina beraja hilbijartinê ya % 3’yan, partiya herêmparêz a eyaleta Baweryayê Bayernpartei (BP) nikaribû wekîlekî bişîne parlamentoyê. Partiyê ji 135,000 dengên ku ji bo hilbijartina wekîlekî pêwîst bû, dikaribû 62,000 deng bigire.

Bûlgarîstan

Tevgera Maf û Azadiyan (DPS) ku bi giranî ji hilbijêrên tirk dengan werdigire, sê kursiyên xwe yên di hilbijartina 2009’an de bi dest xistibû parast.

Romanya

Rêxistina macarên li Romanyayê UDMR du wekîlan şand parlamentoyê. Vê partiyê di hilbijartina berê de sê kursî bi dest xistibûn.

Slovakya

Partiya macar SMK-MKP kursiya xwe ya 2009’an parast. Partiyeke din a bi navê Most-Hid ku macar û slovakan bi hev re temsîl dike,  kursiya xwe ya berê bi dest xistibû parast.

Letonya

Di Letonyaya Yekgirtî de Mafên Mirov (PCTVL) ku doza mafê rûsên li welat dike, kursiya xwe ya kevn parast. Partiyeke din a rûs a bi navê Partiya Ahenga Sosyal Demokrat (SDPS) jî kursiya xwe ya heyî parast.

Lîtwanya

Partiya kêmara polîaxêf Çalakiya Hilbijartinê ya Poloniyên li Lîtwanyayê ku bi partiya kêmara rûs re koalîsyionekê pêk anîbû, kursiya xwe ya kevn parast.

Fînlandiya

Partiya Gelê Swêdî (SFP) ku parazvaniya mafên swêdiyan dike, kursiya xwe ya di 2009’an de bi dest xistibû parast.

Çavkanî: Nationalia.info

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hong Kong: Ji bo civakeke cihê paşxaneya nasnameyeke xwerû

    Protestoyên ji bo demokrasiyê li erdeke ku 150 sal in di riya xwe …