Li Asturiasê weşana bi zimanê herêmê dest pê kir

 

 

Li Herêma Xweser a Asturiasê (Principado de Asturias) ya li bakurê Spanyayê, di dîroka xweseriyê  de cara ewilî radyoya herêmî dest bi weşana bi zimanê astûrî kir. Di navbera duşem û înê de her roj saet di 13:00’an de deh deqe nûçe wê bi astûrî bên pêşkêşkirin.

Hikumeta herêmî ya Astûryasê bi armanca bersivê bide daxwazên derdorên zimanparêz ên li herêmê, di çarçoveya qanûna duyemîn a reforma qada fermî de cî da hukmên di derbarê weşana bi Astûrî û ji bo vê mijarê hin krîteran diyar kir. Di qanûnê de hat destnîşankirin ku “bi taybetî bi parastina taybet a bableyê (zimanê Asturî) a bi riya destekirina bikaranîna wê ya di navgînên ragihandina civakî ya rêvebiriyê de” çand û perwerdeya li herêmê wê bê xurtkirin.

Hikumeta Asturiasê bi vê qanûnê qebûl kir ku televîzyon û radyoya herêmî ji bo pêvajoya normalbûna civakî ya ziman roleke girîng pêk tînin. Li gorî krîterên nû yên ji bo bikaranîna ziman, divê di weşana televîzyona herêmî de ji % 5 kota û di weşana radyoya herêmî de ji % 2 kota ji bo bernameyên bi zimanê astûrî bên veqetandin. Bi armanca meşandina van krîteran, hikumetê gava pêşiyê avêt û radyoya herêmî di 11’ê Adarê de dest bi weşana nûçeyên bi astûrî kir.

Naciu-Varillas2

Parazvanên zimanê Asturî demeke dirêje ji hikumeta herêmê daxwaz dikin ku xwedî li astûrî derkeve û ji bo vê tedbîrên pêwîst bigire. Bi vê armancê, gelek sazî û rêxistinên di qada perwerde, çandê û ziman de xebatê dimeşandin, di 23’yê Sibata îsal de deklerasyoneke ku ji pênc xalan pêk hat îmzekiribûn. Di deklerasyonê de bang li hikumeta astûr hatibû kirin ku RTPA (Radyo û Televîzyona Prensiya Asturiasê) ku xizmeteke civakî dimeşîne divê alîkariya pêvajoya normalbûna civakî ya zimanê astûrî û zimanê galî-astûrî bike, garantî bike ku welatî bikaribin bigihîjin hemû cûreyên bernameyên televîzyonê û ji bo vê jî pêkhatina endustriyeke bihîstiyarî-dîtbarî teşwîq bike.

Derdorên zimanparêz diyar dikin ku di çarçoveya Peymana Ewropî ya Zimanên Kêmar û Zimanên Herêmî de divê heta niha bi taybetî di televîzyona herêmî de weşanên bi astûrî bihatana kirin. Li gorî vê derdorê, ji ber pêknehatina vî karî hikumeta herêma xweser vê qanûna ewropî binpê kiriye.

Li Astûryasê zimanê fermî spanyolî ye û zimanê astûrî wekî zimanê kevneşopî tê parastin. Digel ku nifûsa Asturiasê ji milyonekî zêdetir e, bi tenê 110,000 kes zimanê astûrî di jiyana xwe ya rojane de wekî zimanê yekemîn bi kar tînin. Lêkolîn nîşan didin ku qasî 450,000 kes jî astûrî wekî zimanê duyemîn bi kar tînin. Ji bilî herêmê, zimanê Asturi li hin ciyên li herêmên Kastîlya-Leon û Cantabriyayê yên li Spanyayê û li herêmeke biçûk a li Portekîzê jî tê axaftin.

Çavkanî: Infoasturies.net / Asturiyes.com / Nationalia.info

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …