Kurdan Peymana Lozanê protesto kirin

Di 100. salvegera Peymana Lozanê de li bajarê Lozanê yê Swîsreyê meşeke girseyî hate li dar xistin.

Bi vê meşê, li dijî Peymana Lozanê ku Kurdistanê di nava dewletên kolonyalîst de parçe kir, hate şermezarkirin.

Di heman rojê de li bajarê Lozanê konferanseke neteweyî ya bi beşdariyeke berfireh jî hate lidarxistin.

Di 100. salvegera Peymana Lozanê de li bajarê Lozanê yê Swîsreyê meşeke girseyî hate li dar xistin.

Duh ji serê sibê ve Kurdistaniyên ji gelek welatên Ewrûpa û Swîsreyê gihiştin ciyê çalakiyê.

Kurd û dostên wan ên enternasyonalîst ji avahiya Château d’Ouchy ku hevdîtinên Lozanê lê hatin kirin, heta Qesra Rumine ya peyman lê hatibû îmzekirin meşiyan.

Di meşê de li dijî Peymana Lozanê ku Kurdistanê di nava dewletên kolonyalîst de parçe kir, hate şermezarkirin.

Hate ragihandin bi dehezaran kes tevlî vê çalakiyê bûn.

Konferansa neteweyî 

Di heman rojê de li bajarê Lozanê konferanseke neteweyî ya bi beşdariyeke berfireh jî hate lidarxistin.

Nûnerên PKK, YNK, KNK, PYD, Tevgera Goran, PJAK û bi dehan rêxistinên Kurd û yên biyanî tevlî vê konferansê bûn.

Bi qasî 600 delegeyên ji çar parçeyên Kurdistanê beşdarî vê konferansê bûn.

Konferansa ku li Salle de Congres de Beauliueyê hate lidarxistin wê îro bi dawî bibe.

Meşa Cenevê

PDK di 100. salvegera wê de tevlî çalakiyên neteweyî yên li Lozanê nebû.

Saziyên nêzîkî PDK’ê li bajarê Cenevê çalakiyeke li dar xistin.

Di çalakiya li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî hate lidarxistin de, Peymana Lozanê hate protestokirin.

 Peymana Lozanê

Bi vê peymana ku bi perspektîfa berjewendiyên çend dewletan hate îmzekirin, Kurdistan di navbera Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê de hate parçekirin.

Bi Peymana Lozanê hebûna dewleta Tirk hate naskirin. Bakurê Kurdistanê ket bin kontrola Tirkiyeyê. Harite: Wikipedia 

 

Peymana Lozanê di 24ê Tîrmeha 1923’an de li bajarê Lozanê yê Swîsreyê di navbera Brîtanya, Fransa, Tirkiye, Yûnanistan, Japonya, Romanya,  Kroatya, Slovenya û Sirbistanê ve hate îmzekirin.

Bi vê peymana ku bi perspektîfa berjewendiyên çend dewletan hate îmzekirin, Kurdistan di navbera Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê de hate parçekirin.

Piştî Peymana Lozanê, Peymana Sêvrê ya 1920’an ku tê de Kurdistaneke serbixwe dihat damezrandin hate betalkirin.

Di xalên 62, 63 û 64’an a Beşa Sêyem a Peymana Sevrê qala serxwebûna Kurdistanê dihate kirin.

Infowelat

Foto: Meşa Lozanê /ANF

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …