Li dibistana navîn çar salan ketim dersa Kurdî. Zarok şaş dibûn, ka mamosteyek çawa Kurdî bipeyive! Ewqas mehsûm bûn zarok. Ezberên wan hildiweşiyan. Kurdî li dibistanên fermî didîtin, dibihîstin. Ev ji bo zarokekî/ê pirr tişt e. Nerîna wan diguherîne, ziman normalîze dike.
Ji salên nodî û vir ve li Bakur şikestineke mezin li Kurdî çêdibe. Kurd herikîn bajar û metropolan. Ziman di her qadê de vegerîya Tirkî. Kurdî ji vê yekê re ne amade bû. Reçeteyeke siyasetê ya ji bo parastina zimên tunebû ku rê li ber vê veguherînê bigire. 30 sal in hê jî tuneye mixabin. Ev mesele hertim ji paşerojê re tê hiştin. Meseleya zimên ne ew mesele ye ku were taloqkirin. Ziman derb dixwe, dişikê. Kurdî li Bakur tu car ewqas neketibû bin xetereyê. Hişê zimên winda dibe. Derkevin derve, li kolanan binerin, ziman li bin dîwaran hatiye jibîrkirin.
Ev çend salên dawî ne bi mebesta dersa bijare ya Kurdî, meseleya zimên tê rojevê. Çi heyf ku ev mesele di mehek du mehan de sar dibe dîsa. Van rojan nîqaşên vê meseleyê dîsa di rojevê de ye. Ji berk u hilbijartina 31ê adarê nêzîk dibe. Li ser zimên li dûv hin serkeftiyan in hin alî. Ev cihê mixabiniyê ye ku ziman ji siyasetê re hêdî hêdî dibe alav. Wiha xwuyaye ku meseleya zimên wê şolîtir bibe. Kurdî ya hemû Kurdan e. Her kes bi qasî yên din xwedî heq e. Lê daxwazên îdeolojîk ên ji zimên, xeynî zirarê wê tiştekî din nede zimên.
Dersa bijare bi kedeke mezin hatiye bi dest xistin. Ev encamek e, ne litûfa dewletê ye. Bi qasî şîrê dayikê li her kurdî helal e. Gaveke biçûk e, lê firsendek e. Mîna çavê kor roniyekê bibîne. Çima kurd xwe ji vêya jî bikin?
Dersa bijare bi kedeke mezin hatiye bi dest xistin. Ev encamek e, ne litûfa dewletê ye. Bi qasî şîrê dayikê li her kurdî helal e. Gaveke biçûk e, lê firsendek e. Mîna çavê kor roniyekê bibîne. Çima kurd xwe ji vêya jî bikin? Heye ku sed salên din jî Kurdî li Bakur nebe zimanê fermî. Baş e ka polîtîkayeke te ya zimên heye li dar? Ev meseleyeke pirr cidî ye. Di serî de siyaseta kurd di aliyê zimanê xwe de pirr ‘comerd’ tevdigerin. Zimên îhmal dikin, paşguh dikin. Nişaneyên vê yekê bi hezaran e. Lewma îmaja Kurdî roj bi roj xirabtir dibe.
Li dibistana navîn çar salan ketim dersa Kurdî. Zarok şaş dibûn, ka mamosteyek çawa Kurdî bipeyive! Ewqas mehsûm bûn zarok. Ezberên wan hildiweşiyan. Kurdî li dibistanên fermî didîtin, dibihîstin. Ev ji bo zarokekî/ê pirr tişt e. Nerîna wan diguherîne, ziman normalîze dike. Alfabeyê hîn dibe, dinivîse, dixwîne. Lewma ev destkeftin bi qîmet e. Çima bi kar neynim? Bilekîs divê bêtir zarokan hogirî dersê bikim. Mamosteyên Kurdî pêdivî bi materyalên dersê hene. Dersa herî kêmmateryal dersa Kurdî ye li dibistanan. Gelo çareyek nabêje vê yekê? Çawa ku Kurdî li sikakan stûxwar e, dersa Kurdî jî li dibistanan wiha ye. Ev “comerdiya” me ji ku tê gelo? Dibe ku hin tişt ji me de be jî?
Foto: Hamit Baydu /Arşîva şexsî ya nivîskar
————————————————-