Plana Têkbirinê û boykota kurdî

Serhed AŞTÎ

Di vê dema me de ku êdî zarokên kurdan li bajaran hema bibêje nema bi kurdî dizanin, heqê kesî tune ye ku boykot bike yan jî red bike. Heta bi zanebûn yan jî ne bi zanebûn, teşwîqnekirin û bêdengmayîn jî şirîkatîya aqlê plankerên têkbirina kurdan e.

Têkbirina kurdîtîya sîyasî kurdîtîya kulturî jî deh qat, bîst qat zêdetir lawaz kirîye. Aqlê ku ji 2014an û vir ve li hember kurdan “Plana Têkbirinê” amade kirîye, lez daye bişaftina kulturî û zimanî jî.

Meseleya dersên vebijêrkî û nîqaşên li dora wê tên kirin, çend alîyên wê hene. Alîyê wê yê sîyasî gelek caran tê nîqaşkirin lê alîyê wê yê pedagojîk û kulturî kêm tê nîqaşkirin. Ji alîyê sîyasî ve ji bo ku em atmosfera îro û rewşa kurdan fam bikin divê vegerin 2014an. Wekî em dizanin ji 2014an û vir ve li hember kurdan “Plana Têkbirinê” hatibû amadekirin ku ji ber tirseke paranoîd bû û hemû destkeftinên kurdan ji xwe re kiribû armanc. Weha tê famkirin ku ev “Plana Têkbirin”ê demdirêj e û hemû dîzayna xwe ya sazûmanî li gor wê dikin. Ji alîyekî, bi awayekî fîzîkî dixwazin kurdan kontrol bikin û nisbeta zayînê û nifûsê kêm bikin û ji alîyê din ve jî kurdîtîya kulturî û zimanî tune bikin. Li gor vê planê hem kurdîtîya sîyasî hem jî kurdîtîya kulturî divê bên tunekirin. Ji ber ku li gor xwe hesabek kirine û li gor vî hesabê wan (wezîrekî kurd aşkera kiribû) di 2050yî de hejmara kurdan ji nifûsa tirkan zêdetir dibû.  Destkeftîyên kurdên Rojavayê û meseleyên Kobanîyê tirsa wan ya paranoîd aktîf kir û di encamê da plana xwe kirin ku hemû destkeftîyên kurdan tune bikin.

Aqlê protez û kurdîtiya siyasî

Kurdîtîya sîyasî anîne qonaxekê ku ji bo meseleyên ekolojîk û meseleyên LGBTyîyan û çepgirîya vala enerjîyeke zêde xerc bike lê ji bo meseleyên zimanî “bi temkîn” be. Aqilekî protez ku dûrî aqlê neteweyî ye, kirine serê kurdan. Ev qîmetnedana zimanî ya di sîyasetê de û xwedî lênebûn, bi awayekî xurt ji ber vî aqlê protez e.

Ji bo tunekirina fikra kurdîtîya sîyasî astengîya wan a herî mezin, fikra neteweyî bû û li hember fikra neteweyî wekî panzehîr fikra tirkîyetîyê dan pêş. Xuya ye bikirên wê jî ji xwe re peyda kirine. Kurdîtîya sîyasî anîne qonaxekê ku ji bo meseleyên ekolojîk û meseleyên LGBTyîyan û çepgirîya vala enerjîyeke zêde xerc bike lê ji bo meseleyên zimanî “bi temkîn” be. Aqilekî protez ku dûrî aqlê neteweyî ye, kirine serê kurdan. Bi rêya çepgirên kemalîst yên nava xwe ku di eslê xwe de hespên truvayê ne û karê wan manîpulasyona îdeolîk e û hedefşaşkirin e. Bi aqlê kurdan dilîzin û wan ji hisîyata neteweyî bi dûr dixin. Ev qîmetnedana zimanî ya di sîyasetê de û xwedî lênebûn, bi awayekî xurt ji ber vî aqlê protez e. Dersên kurdî yên vebijêrkî encama tevgera zarokên kurdan bû. Lê ewên ku boykot kirin û nehiştin bi milyonan zarokên kurdan dersan hilbijêrin, ne aqilekî kurdî bû. Hem kurdî boykot dikin hem jî ji bo mafê zimanî (ji bilî hin rojên taybet) tiştekî nakin. Konfora xwe xera nakin û hêja nabînin ku ji bo ziman tiştekî cidî bikin.  Mesela dersên kurdî boykot bikirina û qet nebe federalîzma zimanî biparastina û jidil ji bo vî karî bixebitîna, xelkê jî dê ji samîmîyeta wan bawer bikira.

Hem kurdî boykot dikin hem jî ji bo mafê zimanî (ji bilî hin rojên taybet) tiştekî nakin. Konfora xwe xera nakin û hêja nabînin ku ji bo ziman tiştekî cidî bikin.

Di van şertan de ji bo kurdan bidestxistina statuyeke sîyasî ji bo maweyên kurt û navîn, xuya nake. Têkbirina kurdîtîya sîyasî kurdîtîya kulturî jî deh qat, bîst qat zêdetir lawaz kirîye. Aqlê ku ji 2014an û vir ve li hember kurdan “Plana Têkbirinê” amade kirîye, lez daye bişaftina kulturî û zimanî jî. Loma her derfeteke biçûk jî divê baş bê bikaranîn. Dersên bijêrkî yek ji van derfetan e û meydaneke bêhnstandinê ye ji bo kurdîtîya kulturî. Ji alîyê pedagojîk ve eger lê binêrin, em dikarin bibînin ku di wan dibistanan de ku dersên kurdî hene ji bo wan zarokan, kurdî zimanekî biprestîj  e. Êdî ji ber zimanê xwe fedî nakin, li xwe vedigerin û bi xwe bawer in. Di vê dema me de ku êdî zarokên kurdan li bajaran hema bibêje nema bi kurdî dizanin, heqê kesî tune ye ku boykot bike yan jî red bike. Heta bi zanebûn yan jî ne bi zanebûn, teşwîqnekirin û bêdengmayîn jî şirîkatîya aqlê plankerên têkbirina kurdan e.

———————————–

Foto: Êrîşa Artêşa Tirk ya li Sûra Amedê/Gazete Duvar

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …