Sembola berxwedana kurdan: Kobanê

Di 26’ê Çileya 2015’an de piştî 134 rojên berxwendana bêhempa ya şervanên YPG’ê û YPJ’ê û dildarên herçar parçeyên Kurdistanê û cîhanê, Kobanê hate rizgarkirin.

Peyama berxwedana Kobanê hemû sinoran derbas kir, tirs xiste dilê Tirkperestan. Piştî Lenîngradê Kobanê bû duwem sembola berxwedaniyê li cîhanê. Hêza herî tarî û hov têk bir. Roja Cîhanî ya Kobanê roja berxwedan, roja îradeya gelek bihêz û azadîxwaze. Roja têkbirina hişmendiya nijadperestî û bindestkirina gelane, roja rûmeta mirovahiyê ye.

1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê ye, roja bîranîn û piştgiriya bi serkeftina bê hempa ya dîrokî ya gelê Kurde. Berxwedaniya ku li Kobanê hat nîşandan bala hemû cîhanê kişand ser xwe û fikra li beramberî Kurdan guherî.

Wê berxwedaniya dîrokî piştrast kir ku netewa Kurd ji bo vegerandina rûmeta mirovahiyê şer dike, ji bona wê di wê demê de her kesê digot, ‘Dilê cîhanê li Kobanê lê dide.’

Destpêkirina êrişa li ser Kobanê

Çeteyan nêzî 350 gundên Kobanê dagirkirin û piştre ketin Kobanê de.

Di 15’ê Îlona sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi serokatiya Ebubekir Bexdadî dest bi êrişên li ser Kobanê û gundewarên wê kir. Gelek çekên giran ên li Iraq û Sûriyeyê bi dest xistibûn, li hemberî Kobanê bi kar anîn. Herwiha dewleta Tirk jî bi awayên cuda piştgirî dida çeteyên DAIŞ’ê. Çeteyan nêzî 350 gundên Kobanê dagirkirin û piştre ketin Kobanê.

Di 6’ê Cotmehê de bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê xwe gihandin derdora Kobanê û bajar dorpêç kirin. Ji aliyê rojhilatê bajêr ve ketin Kobanê. Çeteyan hewl da ku 4 cihên stratejîk ên bajêr digir bike. Girê Miştenûr, Navenda Çand û Huner, Çargoşeya Emnî û Murşîd Pinarê bû. Çeteyan 3 ji van cihan dagir kirin. Lê, Murşîd Pinar nekarîn bikevinê û bû kelha berxwedanê.

Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bi dijwarî berdewam kir. Bi hemû hêz û çekên giran hewl dan ku tevahiya Kobanê dagir bikin. Ji aliyê din ve her çiqas hejmara şervanan kêm bû, lê dîsan berxwedanek bêhempa kirin û dest ji bajêr bernedan. Bi lehengî li dijî DAIŞ’ê berxwedan û parastina bajêr kirin.

Hêviya hemû cîhanê berxwedana şervanên Kurd bû. Ji bo piştgiriya şervanên Kurd li hemû bajarên cîhanê azadîxwaz û Kurd daketin qadan û piştgirî dan berxwedana Kobanê. Her ku diçû dorpêça li ser Kobanê teng dibû, piştgiriya şervanan jî zêdetir dibû. Lewma azadîxwazên cîhanê 1’ê Mijdarê weke Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê ragihandin. Divê vê rojê de li seranserî cîhanê ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê çalakî hatin kirin.

Piştî ku di 15’ê Îlona sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê dest bi êrişên li ser Kobanê kirin, berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê bala cîhanê kişand li ser xwe. 1‘ê Mijdara 2014’an wekî Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê hate îlankirin. Di vê rojê de gelên cîhanî bûne yek û piştgiriya xwe ya bi Berxwedana Sedsalê ya Kobanê nîşan dan. Herwiha 2’yê Mijdarê jî weke Roja Cîhanî ya Rojava hatiye ragihandin û cîhan ji bo parastina Rojava dakete qadan.

Piştgiriya li Kobanê û  berxwedana şervanên Kurd li ser asta cîhanê deng veda. Êdî hêzên siyasî û dewletan jî nekarîn li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê bêdeng bimînin.

Di vê rojê de bi mîlyonan kes ji ol, mezheb û netewên cûda alên YPG û YPJ‘ê hildan û ji bo silavkirina berxwedana Kobanê daketin kolanan. Her wiha bang li civaka navdewletî kirin ku destwerdana lezgîn bikin û piştgiriyê bidin gelê Kurd.

Piştgiriya li Kobanê û  berxwedana şervanên Kurd li ser asta cîhanê deng veda. Êdî hêzên siyasî û dewletan jî nekarîn li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê bêdeng bimînin. Şervanan biryar dabûn heta dilopa xwîna xwe ya dawî parastina  Kobanê bikin. Wê demê Serokkomarê Tirkiyeyê Tayip Erdogan ku piştgiriya çeteyan dikir, di daxuyaniyên xwe de digot, ‘wê Kobanî bikeve.’

Di dema berxwedanê de Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan di hevdîtina li gel şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ji bo Kobanê banga seferberiyê kir. Vê bangê berxwedaniya Kobanê xist qonaxekî nû de. Bi sedan ciwanên Bakurê Kurdistanê sînor rakirin  û xwe gihandin Rojavayê Kurdistanê. Herwiha 150 pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê bi biryara Parlamentoyê derbasî Kobanê bûn. Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ku wê demê li ser êrîşên DAIŞ’ê bêdeng bû, bi êrîşên hewayî piştgirî da berxwedanê.

Di 26’ê Çileya 2015’an de piştî 134 rojên berxwendana bêhempa ya şervanên YPG’ê û YPJ’ê û dildarên herçar parçeyên Kurdistanê û cîhanê, Kobanê hate rizgarkirin

Di 26’ê Çileya 2015’an de piştî 134 rojên berxwendana bêhempa ya şervanên YPG’ê û YPJ’ê û dildarên herçar parçeyên Kurdistanê û cîhanê, Kobanê hate rizgarkirin û bi fermî ji aliyê şervanên YPG’ê û YPJ’ê rizgarbûna Kobanê hate ragihandin.

Heşt sal di ser wê berxwedaniya ku rê neda xewn û xeyalên dewleta Tirk û Erdogan ku ew jî dagirkirina Kobanê bû bibe rastî. Lê heta niha jî dewleta Tirk a dagirker dest ji êrişên xwe yên li ser Kobanê û Rojavayê Kurdistanê bernedaye, rojane bi balefirên şer û topan gund û navçeyên Kobanê û Rojavayê Kurdistanê bombebaran dike.

————-

Ev nivîs cara ewil di Rojnewsê de hatiye weşandin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …