Denmark di 1’ê mijdarê de diçe ser sindoqan

Li Denmarkê ji ber krîza dawî ya dema şewba koronayê biryara hilbijartineke pêşwext hate dayîn.

Serokwezîr Mette Frederiksen di dema koronayê de biryar kuştina bi milyonan kûzeyan dabû kuştin.

Welatê Skandînavyayê Denmark ev çendekî ye di nava proseya hilbijartinê de ye.

Hilbijartina pêşwext a li vî welatî wê di 1’ê mijdarê de bê lidarxistin.

Di eslê xwe de hukumeta Sosyal Demokrat dikare 7 mehên din li ser kar bimîne.

Lêbelê ji ber krîza dawî ya dema şewba Covid-19 biryara hilbijartineke pêşwext hate dayîn.

Serokwezîr Mette Frederiksen di dema şewbê de ji ber vîrusa Covidê di nava wan de belav bûbû, biryara kuştina bi milyonan kûzeyan dabû.

Serokwezîr diyar kiribû  ji bo parastina civakê ji vîrusa Covidê wê ev biryarê girtî ye.

Lê biryar li welêt rastî mixalefetê hatibû û zextên li ser hukumetê di nava demê de zêde bûbû.

Digel ku hilbijartin ji ber vê sebebê tê lidarxistin jî, di proseya dengdanê de yek ji mijarê herî zêde derdikeve pêş polîtîkaya penaberiyê ya hukumetê ye.

Hukumeta Frederiksen li nava welêt li hember penaberiyê tedbîrên gelek hişk dimeşîne.

Li aliyekî din, hukumetê ji bo qismeke penaberan bişîne derveyî welêt, bi Rwandayê deklerasyoneke hevpar îmze kiribû.

Digel ku hilbijartin ji ber vê sebebê tê lidarxistin jî, di proseya dengdanê de yek ji mijarê herî zêde derdikeve pêş polîtîkaya penaberiyê ya hukumetê ye.

Di sala 2020’an de Denmark biryara kuştina 15 milyon kuzeyan da.

Saziyên penaberiyê û qismeke welatî, li hember vê polîtîkayê helwest digirin û hukumetê bi binpêkirina mafên bingehîn ên penaberiyê tometbar dikin.

Li gorî anketên dawî, di hilbijartinê de Partiya Sosyal Demokrat û partiyên li dora wê wê piraniya dengan bi dest bixin.

Ev jî wê careke din derî li hukumeteke koalîsyonê ya çepgir veke.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …