Denmark sembola xanedanîyê guherand

Kralê Denmarkê Frederick ji bo pêşîya daxwazên Trump ên ji bo Greenlandê bigire armaya xanedanîyê (sembola) guherand.

Di armaya nû de hirç û beranekî spî hat bicîkirin.

Di vê armayê de hirç Greenlandê û beran jî Giravên Faroyê temsîl dike.

Denmark ji bo pêşîya daxwazên Trump ên li ser Greenlandê bigire gaveke enteresan avêt.

Kralê Denmarkê Frederick armaya xanedanîyê (sembola) guherand.

Di armaya nû de hirç û beranekî spî hat bicîkirin.

Di vê armayê de hirç Greenlandê û beran jî Giravên Faroyê temsîl dike.

Armaya xanedadîyê yê berê 500 sal in dihate bi kar anîn û Yekitîya Kalmarê temsîl dikir.

Ev yekitî di 1397-1523 an de di navbera Denmark, Norwêc û Swêdê de hatibû pêkanîn.

Guherîna sembola xanedanîyê wekî berdewamîya daxwaza kontrola li ser Greenlandê û Faroyê tê qebûlkirin.

Greenland û Faro tevî ku dûrî Denmarkê ne bi ser vî welatî ve ne.

Bi taybeti, guherîna sembole wekî bersiveke li hemberê Trump e.

Ji ber ku Trumpê wê ji nû ve bibe Serokê Amerîkayê, xwestibû Greenland tevlî Amerîkayê bê kirin.

Kolonyalîzma Denmarkê

Greenland ku girava herî mezin a cîhanê ye, li herêma Arktîkê xwedî ciyekî stratejik e.

Hem bi cîyê xwe û hem jî ji ber çavkanîyên binerdi Greenland bala Amerîkayê û hêzên mezin ê cîhanê dikişine ser xwe.

Greenland xwedî statuya otonomîyê ye û gav bi gav dixwaze ber bi serxwebûnê ve bimeşe.

Hikumeta Greenlandê ji ber kiryarên wê yên kolonyalist ên bi mebesta kontrolkirina nifûsê hatibûn kirin, Denmarkê bi jenosîdê sûcdar dike.

Infowelat

———————————–

Foto: Armaya (sembola) Xanedanîyê ya nû ya Denmarkê

Trump dixwaze Greenlandê tevlî DYAyê bike

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Zelensky bi Macron re şandina leşkeran axivî

Serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelensky bi lîderê fransî Emanuel Macron re hevdîtinekê kir. Zelensky piştî hevdîtinê …