Îndonezya bû endamê BRICSê

Bloka BRICSê bi tevlîbûna Îndonezyayê hêza xwe xurtir dike.

Îndonezya bi nifûsa xwe ya 282 milyonî welatê çaremîn mezin ê cîhanê ye û Hilberîna Navxweyî ya Nesafî ya wê 1.4 trîlyon dolarî ye.

Îndonezya ji 7ê çirîya paşîn û vir ve bû endamê koma BRICSê.

Hikumeta Cakartayê di 2023an de ji bo endamtîyê serî li vê komê xistibû.

Îndonezya bi nifûsa xwe ya 282 milyonî welatê çaremîn mezin ê cîhanê ye.

Hilberîna Navxweyî ya Nesafî ya welêt li derdora 1.4 trîlyon dolarî ye.

Loma jî tê ragihandin, bi tevlîbêna Îndonezyayê wê hêza BRICSê zede bibe.

Par Arjantîn, Etiyopya, Îran,  Misir û Yekitiya Mîrektiyên Ereb bûbûn endamên vê komê.

Kurteçîroka BRICSê

BRICS kurteya ku tîpa ewilî ya navên bi Îngilîzî ya Brazîl, Rûsya, Hîndistan, Çîn û Afrîkaya Başûr Afrîkayê ye.

Nexşeya endamên BRICSê (şînê tarî) û welatên ji bo endamtîyê serî lê dane an welatên bi vê bloqê re têkildar in. /Wikipedia

Kom di 2006 an de bi armanca hevkarîya aboriyê ya di navbera endamên xwe de hat damezrandin.

Endamên vê bloke  ji % 46ê nifûs û ji % 35ê Hilberîna Ne-Safî ya Cîhanê pêk tîne.

Ev blok reqîbê Koma Heftan (G7) e ku DYA, Kanada, Brîtanya, Fransa, Almanya, Îtalya û Japonyayê pêk tê.

Infowelat

————————————————

Foto: Serokê Îndonezyayê Prabowo Subianto û serokê Çînê Xi Jingping 

BRICS 6 welatên din li xwe zêde kir

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa: Peymana aştîyê bêyî me nabe

Trump bêyî welatên ewrûpî û Ukraynayê dixwaze bi Putin re aştîyê gotûbêj bike. Ewrûpa di …