Serokwezîrê Kanadayê Trudeau îstifa kir

Serokwezîrê karîzmatîk ê Kanadayê Justin Trudeau îstifa kir.

Lîderê kanadayî ji bo terka karê xwe bike di bin zextên endamên Partîya Lîberal de bû.

Li Kanadayê senaryoya herkes li bende bû pêk hat.

Serokwezîrê karîzmatîk Justin Trudeau îstifa kir.

Lîderê kanadayî ji bo terka karê xwe bike di bin zextên endamên Partîya Lîberal de bû.

Endamên partîyê di wê bawerîyê de ne, partîya wan wê di hilbijartina bê de têk biçe.

Trudeau di daxuyanîya xwe ya de got, ew ê Parlamentoya Federal heta 27ê kanûna pêşîn karê xwe bisekinîne.

Herwiha, serokwezîrê Kanada heta hikumeta nû bê damezrandin wê karê xwe bidomîne.

Hilbijartinên federal ên Kanadayê wê di çirîya pêşîn (cotmeh) de bên lidarxistin.

Ev jî tê vê wateyê, Trudeau heta 20ê kanûna pêşîn ku Trump bi fermî dest bi kar dike, serokwezîrîya xwe bidomîne.

Trump ev çendekîye dibêje, dema ew were ser kar wê tarîfeyên giran li hember berhemên ji Kanada tê têxe merîyetê.

Ev ê jî bandoreke hilweşîner li aborîya Kanadayê bike.

Loma Trudeau hewl dide Trump qanih bike û div ê mijarê de pê re li hev bike.

Di 2015an de hat ser kar 

Justin Tredeau di 2015an de bûbû serokwezîrê Kanadayê û paşê ji bo cara duyemîn di hilbijartinê de bi ser ketibû.

Du sal berê, ji ber giranbûna şert û mercên debarê û kêmasîya xanîsazîyê popularîteya wî kêm bûbû.

Partîya Mihefazakar vê rewşê veguherandibû avantajê û bingeha xwe ya sîyasî xurtir kiribû.

Ev jî bûbû sebeb rexneyên li hember Trudeau ya di Partîya Lîberal de zede bibin.

Infowelat

————————————————

Foto: Justin Trudeau/Medyaya Civakî 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa: Peymana aştîyê bêyî me nabe

Trump bêyî welatên ewrûpî û Ukraynayê dixwaze bi Putin re aştîyê gotûbêj bike. Ewrûpa di …