Çiyayê Gabarê û talana petrolê

“Sebebeka din jî çavkanîyên binerdî yên herêmê û hebûna petrolê ya li Gabarê ye. Koma AKPê û parlamenterê AKPê yê Şirnexê para xwe ji vê petrolê digirin. Lewma jî vê komê şaredarî jî tê de, dixwaze hemû Şirnexê kontrol bike. Heta ji wan tê gelê Şirnexê xizan dikin lê dewlemendîya xwe zêde dikin.”

Dewleta tirk dixwaze kapasîteya hilberîna petrolê ya li Çiyayê Gabarê rojane derxe 100,000 bermîlan. Bi vê armancê jî TPAO (Şirîkatiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê) hewl bide bîrên nû veke.

Şîrketa tirk dixwaze piranîya wan li Gabarê hejmara bîran derxe140î. Eger dewleta tirk vê armanca xwe pêk bîne wê bikaribe bigihîje hedefa hilberîna xwe ya rojane. Hukumeta Erdogan ji bo pêkanîna talana petrolê li Gabarê heta niha 300 km rê çêkîr û niha dixwaze vê tora rê derxe 600 kmyî.

Li aliyekî din, dewlet hewl dide petrola hatîye hilberîn parzûn bike. Ji bo vê jî xeteke borîyê ya ber bi Îstesyona BOTAŞê ya li Hezexê ve çêdike. Dirêjahîya vê xetê bi qasî 36 km ye û heta niha li derdora 20 kmyê wê hatîye çêkirin. Ev xet bi Xeta Petrolê ya bi Iraq-Tirkiyeyê ve wê bê girêdan û bi vî awayî xwe  bigihîjîne bajarê Ceyhanê.

Ceyhan bajarekî bi ser Edeneyê ve ye û bi termînala wê petrola ji derve tê, li Tirkiyeyê tê depokirin.

Dewleta tirk radigihîne, eger ew bikaribe rojane 100,000 bermîl hilberînê bike wê salane 3 milyar dolar pere têkeve xizneya wê.

Wezîrê tirk çi gotibû?

Hukumeta Tirk çendekî berê ragihandibû, li Çiyayê Gabarê rojane 40 hezar bermîl petrol tê hilberîn.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alpaslan Bayraktar di nîsana îsal de çûbû serdana parzûngehên hilberîna petrolê û li wir daxuyanîyekê dabû.

Bayraktar gotibû, li Çiyayê Gabarê rojane 40 hezar bermîl petrol tê hilberîn û qelîteya vê petrole pir zêdeye. Wezîrê tirk diyar kiribû, heta niha di 33 bîrên li herêmê bi tevahî nêzîkî 10 milyon bermîl petrol hatiye hilberîn. Herwiha Bayraktar dabû zanîn, li Wanê û Culemêrgê jî xebatên vekirina bîrên petrole berdewam dikin.

Gabar û hilbijartin

Namzeda DEM Partîyê ya Şaredarîya Şirnexê Bêrîvan Kutlu di hevpeyvîna xwe ya bi Infowelat re balê kişandibû ser giringîya Şirnexê ya ji bo dewletê. Infowelat pirsa “Çima dewlet ewqas zêde li ser Şirnexê disekine û çawa Şirnex ji bo dewletê bû meseleyeka nebe nabe?” ji namzeta kurd kiribû. Siyasetvana jin di bersivên xwe de gotinê anîbû ser “Gabarê” û wiha axivî bû:

Bêrîvan Kutlu

“Sebebeka din jî çavkanîyên binerdî yên herêmê û hebûna petrolê ya li Gabarê ye. Koma AKPê û parlamenterê AKPê yê Şirnexê para xwe ji vê petrolê digirin. Lewma jî vê komê şaredarî jî tê de, dixwaze hemû Şirnexê kontrol bike. Heta ji wan tê gelê Şirnexê xizan dikin lê dewlemendîya xwe zêde dikin.”

Nivîs di hejmara 7. a e-kovara Kurdistanê de hatîye weşandin. 

——————————————

Foto: Seheya petrole ya li Çiyayê Gabarê

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …