Çima komxebata weşangeran giring e?

Eyûb SUBAŞI

Di komxebatê de weşangerên kurd “Pirsgirêkên Rêxistinbûna Weşangeriya Kurdî û Mekanîzmayên Çareseriyê”, “Xebatên Fînansman û Lobî: Weşangeriya Kurd û Wezareta Çand û Şaredariyan” û “Rola Weşangeriya Kurdî di Standardîzasyona Kurdî de” gotûbêj kirin.

Yekemîn komxebata weşangerên kurd di 11-12ê gulana 2024an de bi hevkariya Însîyatîfa Weşangerên Kurd û Tora Xebatên Kurdî li Amedê hat lidarxistin.

Amadekarîyên vê xebatê di dawiya meha adarê de dest pê kiribûn. Berîya komxebatê, bi weşanxaneyên li Amedê ji bo diyarkirina naveroka komxebatê hin pêşhevdîtin hatin kirin û piştre mijarên wê di komxebatê de bên gotûbêjkirin hatin destnîşankirin.

Ev komxebat ku bi giştî bîst û sê weşanxane lê beşdar bûn, ji çend hêlan ve giring bû. Ji ber ku cara yekem e ku weşanxaneyên li bakurê Kurdistanê bi vê berfirehiyê li  hev kom dibin û li ser pirsgirêkên xwe diaxivin. “Pirsgirêkên Rêxistinbûna Weşangeriya Kurdî û Mekanîzmayên Çareseriyê”, “Xebatên Fînansman û Lobî: Weşangeriya Kurd û Wezareta Çand û Şaredariyan” û “Rola Weşangeriya Kurdî di Standardîzasyona Kurdî de” mijarê sereke yên civînan bûn.

Berî niha jî di wexta avakirina Tora Çand û Zimanê Kurdî de weşangerên kurd hatibûn kom bûbûn û pirsgirêkên xwe û rola weşangeran a di parastin û pêşvebirina zimanê kurdî de nîqaş kiribû. Di vê civîna ewil de hem wext sînordar bû û hem jî hejmara weşanxaneyên beşdar kêm bûn.

Di roja yekem a komxebatê de weşangeran li ser rêxistinbûnê û afirandina çavkaniyên aborîyê nîqaşên xwe kirin. Di encama nîqaşên roja yekem de biryar hat girtin ku Însîyatîfa Weşangeran ku ji 2010an û vir ve heye, bê xurtkirin û ji bo vê jî lijneyeke demkî hat pêşniyazkirin. Roja duyem a komxebatê bi pêşkêşiya Mikaîl Bulbul dest pê kir. Pêşkêşî li ser xebatên standardîzasyonê bû ku ji bo kurmancî heta niha hatine kirin û niha tên kirin. Piştî pêşkêşiyê, di komxebatê de behsa rola weşangerî, edîtorî û redaktoriyê ya li ser zimanê nivîskî hat kirin.

Di encama nîqaşên roja duyem de jî biryar hat girtin ku atolyeyên edîtorî û redaktoriyê bên lidarxistin. Armanca vê biryarê ev e, edîtor û redaktorên kurdî bikarin tecrûbeyên xwe bi hev re parve bikin û kêmasiyên di nivîsa kurdî de mînîmîze bikin.

Biryareke din a komxebatê jî ew bû ku ji bilî komxebata yekem wê du yan sê komxebatên din jî bêne kirin. Komxebata duyem ew ê bi îhtimaleke zêde wê meha tîrmehê de bê lidarxistin.

Wek encam mirov dikare bibêje ku yek ji qadên ku bandoreke giring li zimên dike, çi ji hêla standardê ve û çi ji hêla zindîhiştin û pêşvebirina zimanî ve, qada weşangeriyê ye. Eger weşangerên kurd bikaribin rêxistinbûna xwe xurt bikin û asta berhemên xwe pêşvetir bibin, ew ê asta wêjeya kurdî û pê re jî prestîja zimanê kurdî bilindtir bibe. Ji ber ku weşangerîyeka xurt tê wateya zimanekî xurt û xwedî prestîj.

———————————

Nivîs di hejmara 7. a e-kovara Kurdistanê de hatîye weşandin. Sernivîs hatîye guherandin. 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …