Avreş JIYAN
Her çend van rêberan bi îdealên şoreşgeriyeke çepgir hatin ser desthilatdariyê jî, bi demê re şêwazên desthilatdariyê yên despotîk qebûl kirin û zext û zilmeke berfireh pêk anîn. Ev rewş bû sedem ku şoreş ji armancên xwe yên destpêkê dûr bikevin û veguherin dîktatoriyê.
Tevgerên şoreşgerî li erdnîgariyên ku lê geş dibin, ji hêla tevnên çandî yên cihêreng ve şekil digirin û li gorî prensîbên ku dipejirînin tevdigerin. Weke ,dema em li şoreşên Amerîkaya Latîn dinêrin, em dibînin ku nêrîna cîhanê ya Marksîst-Lenînîst hatiye pejirandin û bi pergaleke pratîkî ya komunîst gihiştiye gel. Ji ber kû di erdnîgariya wan tevgerên şoreşger de kevneşopiya ol û pêxembertî tine ye, ew ti kesî jî hev cûda nakin û tenê kesekî dernaxin pêş. Ya girîng ew e ku girseya gel di ronahiya hişmendiya çînî de birêxistin bike û rê li ber her kesî veke ku li gorî şiyan û vîna xwe beşdarî têkoşînê bibe. Di vir de ferd bi îradeyek azad û afirîneriya xwe digihîje îmkanê xwe îfadekirinê. Şexis hemû îrade û afirîneriya xwe ji kontrola partî û rêxistinê re nahêle. Li gorî îdeolojiya kûr a sosyalîst, em rastî wê yekê tên ku her kes rêberek potansiyel e.
Eger em Şoreşa Kubayê ji xwe re bikin mînak, em dibînin ku di rêya armancên şoreşgerî de rêbertiyeke yek kesî tune ye, toreke peywendiya hevaltiyê ya jidil di vî warî de hatiye avakirin, ku her kesek di nava rêxistinê de xwedî gotin e. Di navbera Che Guevara û Fîdel Castro de her çendî cudahiya ramanan hebe jî, ew bi qasî ku yek ji wan li dijî jiyana yê din komplo bike neçûn. Berevajî vê, em dibin şahidê pratîka rêhevaltiya şoreşgerî ya rast ku nîqaş lê zêde bibe jî pir pir herkesek diçe rêyaxwe de. Che Guevara di warê rêhevaltiya şoreşgerî de yek ji rêberên kêm ên cîhanê ye. Vê taybetmendiyê ji armanca xwe ya rizgarkirina hemû gelan û hemû neteweyan ji kolonyalîzma kapîtalîst digire. Ew Enternasyonalîst e.
Dema ku em digihîjin Rojhilat, yanî Asyayê, em dibînin ku rewş pir guherîye. Li vir em dibin şahid ku rêberek yekane bi têkoşîn û dersên xwe yên bibandor girse û pergala rêxistinî ava dike. Ev pêvajoya pratîkî rêberên tekane xwedî gotin yên wek Lenîn, Stalin, Mao, Pol Pot û Kim Il-sung derdixe holê. Van rêberan xwedî taybetmendiyên rêberiya kevneşopî ne. Stalîn mînaka vê ya herî baş e. Josef Stalin gelek hevalên xwe yên berê û rêberên şoreşger tasfiye kirin da ku hêza xwe li Yekîtiya Sovyetê xurt bike. Di vê pêvajoyê de hem serokên Bolşevîk ên dema Lenîn û hem jî yên din ên ku Stalîn ji bo xwe xeter didîtin hatin hedefgirtin. Hin navên girîng ên ku Stalîn tasfiye kirine ev in: Lev Troçki, Grigori Zinovyev, Lev Kamenev, Nikolay Buharin, Aleksey Rikov, Mihail Tuhachevsky, Sergei Kirov, Genrikh Yagoda, Nikolai Yezhov.
Kmerên Sor dibin despotizma Pol Pot de li Kamboçya’yê qirkirineke mezin pêk anîn. Bajar hatin valakirin û bi milyonan gelên bajêrî bi danê zorê di kampên komkirinêde hatin xebitandin. Li van kampên mirinê nêzî 2 milyon mirov ji birçîbunê û bi rêbazên hovane hatin ketilkirin. Reng, cîcik, seet, pênus, pirtûk çi bê bîrame ji aliyê tevgerê hatin qedexekirin. Li gorî wan ev materyal hemû aîdê Jiyanek Kapitalist bû û pêwîstbû ji holê bihatana rakirin. Kimerên Sor, numuneyê despotîzm û faşîzma şoreşgeriyek cepgire.
Di dîrokê de gelek pêşengên şoreşger hene ku piştî şoreşê bi rêbazên desthilatdariyê yên despotîk hatin bibîranîn. Li vir çend nimûne hene.
Rêberên Şoreşger ên dîktator
- *Joseph Stalîn (Yekîtiya Sovyetê)*
– Piştî Şoreşa Bolşevîkan, li Yekîtiya Sovyetê hat ser desthilatdariyê û rejîmeke otorîter ava kir. Di tevahiya desthilatdariya xwe de, bi sîstema Gulag, paqijkirina siyasî û polîtîkayên zextê yên tund hat naskirin.
- *Mao Zedong (Çîn)*
– Rêberê Şoreşa Komunîst a Çînê Mao, piştî damezrandina Komara Gel a Çînê bû desthilatdar. Polîtîkayên wî yên wek Pêngava Mezin a Pêşverû û Şoreşa Çandî bû sedema mirina bi mîlyonan û serhildanên mezin ên civakî.
- *Fidel Castro (Kuba)*
– Serokê Şoreşa Kuba Castro, piştî ku bû desthilatdar, muxalefeta siyasî tepisand, azadiya fikr û ramanê sînordar kir û welat bi pergala yekpartî bi rê ve bir.
- *Pol Pot (Kamboçya)*
– Li Kamboçyayê wek serokê Kmerên Sor hat ser desthilatdariyê û projeyeke endezyariya civakî ya radîkal pêk anî. Di dema desthilatdariya xwe de, wî kampên xebata bi darê zorê ava kir û bû sebeba kuştina bi mîlyonan mirovan.
- *Kim Il-sung (Koreya Bakur)*
– Piştî Şerê Koreyê, Koreya Bakur damezrand û heta mirina xwe bi kulmeke hesinî welat îdare kir. Wî xwe kir fîgurek kult û bi malbata xwe re dîktatoriyeke mutleq ava kir.
6.Partiya Yekîtiya Sosyalîst a Komara Demokratîk a Almanyayê
– Li Almanyaya Rojhilat, wî muxalefet bi avakirina pergalek mezin a çavdêrî û tepisandinê bi riya Stasi (teşkîlata îstixbaratê) ve pelixand.
- *Nicolae Ceaușescu (Romanya)
– Wek serokê Komara Sosyalîst a Romanyayê, polîtîkayên zordar ên giran meşand. Di dema desthilatdariya xwe de kevneşopiyek ku kesayetiya wî bilind dikir afirand û binpêkirinên berfireh ên mafên mirovan pêk anî.
- Partiya Karker aa Albanyayê
– Albanya bi rêberiya Enver Hoxha ji sala 1946an heta 1985an ji aliyê rejîmeke girtî û zordar ve hat birêvebirin û girtin û zextên mezin li wan hatin kirin.
Her çend van rêberan bi îdealên şoreşgeriyeke çepgir hatin ser desthilatdariyê jî, bi demê re şêwazên desthilatdariyê yên despotîk qebûl kirin û zext û zilmeke berfireh pêk anîn. Ev rewş bû sedem ku şoreş ji armancên xwe yên destpêkê dûr bikevin û veguherin dîktatoriyê.
Nîv-yezdanên li Rojhilata Navîn
Li Rojhilata Navîn serokatî ji mînakên din cudatir in. Ev tecrubeya erdnîgarî û çandê, di cîhanê de te tekane ye ku mînaka wê tune ye. Li vir, şîretên olî yên bi hezaran sal berê, mezhebperestî û tevgerên mîstîk diafirinin. Mînakên rêbertiyên li vir naşibin mînaken din ên cîhanê. Her çend van tevgeran di destpêkê de xwedî karakterek şoreşgerî bûn jî, lê paşê wan civatek ji şagirtên olek nû damezirand û hemî aliyên xwe yên afirîner û pirsyariyê di astek pir hişk, hema hema îbadetê de danîn aliyekê. Kevneşopiya pêxemberî ewqas xurt e ku rêberiyên ku di destpêkê de li gorî îdeolojiya Marksîst û Lenînîst derketine jî nikarin ji van kevneşopiyan birevin. Bi demê re, rêberên bi vî rengî yên ku bi bandora desthilatdariyê bi jehrê dikevin, xwe wekî pêxemberekî nîşanî civakê dikin. Di van şert û mercan de nirxên şoreşgerî yên destpêkê êdî ne girîng in. Kesên ku jiyana xwe ji bo vê şoreşê feda kirine û civaka xwe ya wê demê bi rê ve birine, li hemberî tevger û rêbertiya xwe ya ku bûye ol û pêxember, êdî bê qîmet in. Ew, wekî ku jiyana xwe tenê ji bo pîrozkirina kesek feda kirine wê bên şîrove kirin. Hemî fedakariyên ku dikin bi vî rengî wê bê nîşandan û rastiya yek rêberiyê her dem di şeklê xwe yê herî hov de wê bê ferzkirin. Pergalên ku me li Rojhilata Navîn behs kirin, ku di destpêkê de li gorî hînkirinên zanistî hatine çêkirin, berê xwe ji tecrubeyên zanistî û rewşenbîrî ya ku ji bo serdemê hewce dike zîvirandine, bi fikra yekperestî û dûrketina ji cewherê xwe, bi demê re veguherîne mezhebeke mîstîk a Rojhilata Navîn. Bi demêre veguherîne artêşeke şagirtên ku bûne fraksîyon û hewl didin ji rêxistinê feyde bigirin. Di mezhebên wiha de mafê ti kesî nîne ku biaxive. Çawa ku mirovên olî hemû aliyên xwe yên afirîner û pirsyariyê dane Xwedê, kesên di vê tevgerê de jî van aliyên erênî didin rêberek yekane. Rêbertî li ser navê wan stratejiyên cuda difikire, hildiberîne û pêş dixe. Ma Xwedê li şûna kesên dîndar nafikire, napeyive û tiştan rast nake? Di van rêxistinan de jî rewş ev e.
Pergalên rêxistinî yên ku bi prensîbên Marksîst û Lenînîst û bi rêbazên materyalist-pozîtîvîst li Rojhilata Navîn geş bûn, bi demê re, bi varyantek dînî ya cihêreng hatin teşekirin û di cîhanek hundurîn û mîstîk de asê man. Weke tevgera Îsmaîlî ya Hasan Sabah, çareseriyê tenê bi tirsandin, gefxwarin û tundiyê dibînin. Ji ber ku çalakiya xwe ya rewşenbîrî rawestandiye, di destê wî de tenê amûrên tundiyê mane. Ji ber ku paşxaneyek rewşenbîrî tune ku bikaribe pirsgirêkek nîqaş bike, amûra ku ew bi gelemperî ji bo redkirina argumanên dijber bikar tîne, despotîzm e. Ev tevgerên mafyawarî, berovajî berjewendiyên xwe yên neteweyî, her tim berjewendiyên rêxistinê li ber çavan digirin. Ji bo wan berjewendiyên rêxistinî, ji berjewendiyên netewî girîngtir in. Ev pergalên rizî her gav hewceyê rêberek an pêxemberekî ne ku jê re îmanê bikin. Lewra stratejî û şêwaza jiyanê ya ku ew diafirînin, wan mecbûrê baweriyekê dike. Bê guman, ev kiryara baweriyê ne ji bo wan e, ji bo kesek din e ku timî hewce ne ji aliyê kesek ve werin birêvebirin. Rêberê ku li ser navê wan bifikire, li ser navê wan biryaran bigire û her tiştî bike yek ji pêwîstiyên derketina pêxemberîtiya li Rojhilata Navîn e. Ev pêkhateyên bi vî awayî hatine birêxistinkirin dema ku ji rêberên xwe qut dibin, zû dikevin pêvajoya jihevketinê. Helbet hilweşandin nayê wateya bidawîbûnê. Lêbelê, ew ji hundur ve bi dejenerasyon-guhertin û geşepêdanê berevajî nirxên eslî riziyane. Dîsa ev tarikat an jî rêxistin ji rexneyê re bi temamî girtî ne. Mafê rexnekirinê tenê aîdê wî rêberî ye ku jê re îbadetê dikin.
Taybetmendiya herî balkêş a pêkhateyên bi vî rengî ew e ku hemû însiyatîfên xwe ji destên kesên xwedî pergaleke rewşenbîriya herî jêhatî digirin û didin kesên ku tenê îman dikin. Kesên bi bandor ên ku me behs kirin bi vî rengî têne rêvebirin. Kesên qels û ne xwediyê şiyana pirsê ne, dikarin bi hêsanî di van pergalan de cih bigirin, kesên xwedî vê şiyanê jî têne dahfkirin û wekî xayîn têne ragihandin. Stalîn hema hema hemî hevalên xwe yên têkoşer bi awayên cihêreng tasfiye kir da ku hêza xwe biparêze. Wî baş dizanibû ku jiholêrakirina van kesên di pozîsyona wekhev de, ku berê bi wan re meşiyabû, wê rê li ber desthilatdariyeke yek zilamî veke. Dîktatorek tu carî nikare bibe xwedî heval. Dîktator tu carî kesên ku bi wan re li hev in naxwazin. Dîktator, ne çepgirin hertim rastgirin. Mirovên ku piştî bi destxistina desthilatdariyê bûne despot, tu carî nikarin bi zanistî û rewşenbîrî tevbigerin.
Wekî di mînakên jor de pêk hat, dîktatorên şoreşger li Rojhilata Navîn jî hevalên xwe kirin xizmetkar an jî eger ne pêkan be, bi awayên curbecur tasfiyekirina wan, hema hema di her rêxistinê de bûye pratîkek asayî. Rojhilata Navîn erdnîgariyeke ku Firewn, Yezdan-Kral û qanûndanerên mîna Hammurabî (Qralê Babîlê.1792 BZ) bi hêsanî lê geş bûne. Paşgirên wan pêxember in. Ew stûna rewşenbîrî ya despotîzma olî pêk tînin ku xwe li ser girseyên wekî nîv-îlahî ferz dikin. Tevgerên ku li ser vê erdnîgariyê li ser şopa Marksîst û Lenînîst dest bi şoreşgeriyê kirin, bêguman bi lez û bez taybetmendiyên vê despotîzma pêxemberî û nîv-yezdan pejirandin. Bi amûrên manîpulasyonê yên cihêreng, yek serokekî mîna qedera neteweke hat nişandan. Eger ew hebin, ew netewe heye, eger ew nebin, ti wateya hebûna wî miletî tine ye. Rojek tê, ew dikevin xefleta ku tenê ew dikarin cîhanê xilas bikin. Êdî ew heyranê vê yekê ne ku hînkirinên pêxemberî pergala rewşenbîriya serdemê nuxumandine. Bi rastî reben in. Ew çareseriya pirsgirêkên ku ji bo netewa wan girîng in didin aliyekê, mîna Mesîhek dest bi lêgerîna avakirina jiyanek nû li seranserê cîhanê dikin. Şagirtên Mesîhê nû bi peyvên efsûnî ji rastiya jiyanê qut bûne, bi nexweşiya mezinbûnê ya ku taybetmendiya herî mezin a Rojhilata Navîn e, serê wan gêj bûye.
Despotîzma şoreşger diyardeyek e ku di dîrokê de li gelek welatan tê dîtin û bûye sedem ku şoreş ji armancên xwe yên îdealîst dûr bikevin. Veguherîna rêberên şoreşger ber bi despotîzmê ve, bû sedema birînên kûr di civakan de û bandorên neyînî yên demdirêj hişt. Serkeftin û berdewamiya şoreşan ne tenê bi têkbirina nîzama heyî, bi avakirina nîzameke nû ya li ser bingehên edalet, azadî û mafên mirovan dibe.
—————————————————
Fotoyê sereke: “3yê gulanê li Madrîdê” tabloyeke Francisco de Goya ye. Mijar kuştina serhildêran a di 1808an de a ji aliyê dagirkerên fransî ye.