COP 28 li Dubaîyê berdewam dike

 

Li Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî COP28 ya li Mîrektiya Yekgirtî ya Ereb berdewam dike.

Di civîna li Dubaîyê herî zêde pêşketinên ji Peymana Parîsê û heta niha pêk hatine tên nirxandin.

Yek ji mijareke din jî diyarkirina tezmînata guherîna avhewayê ya ji bo welatên herî xizan ên cîhanê ye.

Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî COP28 ya li Mîrektiya Yekgirtî ya Ereb berdewam dike.

Civîna di 30ê mijdarê de dest pê kir wê heta 12ê kanûnê berdewam bike.

Ji çaraliyên cîhanê hejmareke zêde lîder nûnerên din ên welatan tevlî bê bernameyê dibe.

Di civîna li Dubaîyê herî zêde pêşketinên ji Peymana Parîsê û heta niha pêk hatine tên nirxandin.

Yek ji mijareke din jî diyarkirina tezmînata guherîna avhewayê ya ji bo welatên herî xizan ên cîhanê ye.

Welatên xizan diyar dikin, ew mexdûrê guherîna avhewayê ne û doza alîkariya aboriyê ji welatên zengîn dikin.

Lêbelê ciyê lidarxistina konferansê û mazûvanê siyasî yê bernameyê li cîhanê dibe sebeba nîqaşn.

Mîrektiya Yekgirtî ya Ereb xwedî hilberîneke pir mezin a petrolê ye.

Lewma jî aktîvîstên jîngehê naxwazin konferanseke bi vî rengî li welatî pêk were.

Li aliyekî din, mazûvaniya lîderê Mîrektiya Ereb Siltan Ahmed El Caber û Wezîrê Endustriyê û Teknolojiya Pêşketî rastî reaksiyonan tê.

Wezîrê Endustriyê û Teknolojiya Pêşketî ya welêt ku xwe wekî parazvanê jîndgehê nîşan dide, di konferansê de bi hewldanên lêgerîna peymanên petrol û gazê tê sûcdarkirin.

Civîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî COP27 cara dawî di 6-18 mijdarê de li Misrê pêk hatibû.

Bajarê Şarm El-Şêx ê li vî welatî wê îsal malovaniya vê bernameya herî mezin a li ser avhewayê bike.

Civîna salane ya îsal wekî COP 27 (Konferansa Aliyan 27) tê binavkirin.

Çima COP tê lidarxistin?

Eger germahiya avhewayê 1.7 an 1.8 derece bibe ew ê bandoreke wekî karesatê li ser cîhanê bike.

Cîhan ji ber hilberîna sanayî, çandinî û bi giştî jî awayê jiyana mirovahiyê her ku diçe zêdetir germ dibe.

Zanyar diyar dikin,  cîhan 1.1 pile germ bûye û germahî niha ber bi 1.5 pileyê ve diçe.

Eger germahiya avhewayê 1.7 an 1.8 derece bibe ew ê bandoreke wekî karesatê li ser cîhanê bike.

Bi vê guherînê wê hişkesalî zêde bibe, çavkaniyên avê yên cîhanê kêm bibin û bahoz û lehiyên har li hin aliyên cîhanê pêk werin.

Infowelat

Foto: Logoya COP28

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …