Trump peymana çekên atomê pêşniyaz kir

Trump ji bo xêra cîhanê pêşnîyazeke balkêş ji Moskow û Pekînê re kir.

Lîderê amerîkî ji her du welatan xwest dawî li hilberina çekên atomê bînin.

Trumpê di gelek meseleyan de polîtîkayeke maço dimeşîne, vê carê ji bo xêra cîhanê axivî.

Lîderê amerîkî peymana kontrolkirina çekên atomê pêşnîyazê Rûsya û Çînê kir.

Nîyeta Trump ev e, mesrefên ji bo ewlekarîyê ji % 50 bên kêmkirin.

Donald Trump got her sal bi sedan milyar dolar pere ji bo bernameya çekên nükleer tê xerckirin.

Trump xetereya van çekên wêranker wiha îzeh kir:

“Hûn dikarin cîhanê 50 car, 100 car xera bikin”

“Hûn dikarin cîhanê 50 car, 100 car xera bikin. Û em hîn jî çekên nukleer hildiberînin, ew çekên nükleer hildiberînin.Trump da zanîn, dema problemên li Rojhilata Navîn û Ukraynayê bên çareserkirin, ew ê hewl bide bi Rûsya û Çînê re meseleya nükleere biaxive.

Donald Trump di dewreya yekemîn a serokatîya xwe de bi Rûsyayê re dirêjkirina peymana kontrolkirina çekên atomê muzakere kiribû.

Lêbelê Rûsya, di dema rêvebarîya Joe Biden de ji peymanê vekişîyabû.

Wî di heman demê de xwestibû Çînê jî tevlî van hevdîtinan bike lê Çînê vê qebûl nekiribû.

15,000 çekên nukleer

Rûsya û Amerîka xwedî piranîya çekên atomê yên cîhanê ne.

Pispor radigihînin, Çîn wê di navbera 5-6 salan de di vê pêşbirkê de bikaribe bigihîje her du welatan.

Rûsya bi hebêna 5889 çekên nukleer li cîhanê welatê yekemîn e.

Amerîka xwedî 5224 çekên nukleer e û li Çînê jî 410 çekên bi vî rengî hene.

Infowelat

—————————————-

Foto: Donald Trump

Lêçûyînên ji bo çekên atomê zêde bûn

infowelat.com

Li vê jî binêre

Serhildana jinên kurd: Axaftineke bi Nelly Jazra re li ser têkoşîn û otonomîyê

Hevpeyvîn: Necat Ayaz Dema ez di dîroka kurdan de kûr çûm, min dît ku jin …