Bernameyeke akademîk a li ser jinên kurd

Necat Ayaz

Aktîvîzma jinên kurd li Belçîkayê bû mijara bernameyeke du rojan.

Bername bi hevkarîya Enstîtuya Kurdî ya Brukselê hat lidarxistin.

Akademîsyenên tevlî çalakîyê bûn, encamên lêkolîna xwe ya li Kurdistanê parve kirin.

Li Belçîkayê aktîvîzma jinên kurd bû mijara bernameyeke akademîk.

Bername rojên 12 û 13ê sibatê li navçeya St Joseê ya Brukselê hat lidarxistin.

Di bernameya du rojan de encamên projeyeke lêkolinê ya li ser jinên kurd hat pêşkêşkirin.

Proje bi desteka navendên akademik ên Polonya û Norwêcê pêk hat.

Akademîsyenên polonî, norwêcî, holandî û belçîkî di projeyê de cî girtin.

Lêkolîna mijara bernameyê, di bin projeyê bi navê Çalakvanî û Bingehên Wê yên Exlaqî û Çandî: Hemwelatiya Alternatîf û Rolên Jinan li Kurdistan û Dîasporayê (ALCITfem) ê de tê lidarxistin.

Çalakîya dawî ya li Belçîkayê bi hevkarîya Enstîtuya Kurdî ya Brukselê hat lidarxistin.

Çalakî bi axaftina Serokê Enstîtuya Kurdî ya Brukselê Derwêş Ferho ya derbarê armanca projeyê û naveroka bernameyê de dest pê kir.

Di doja yekemîn de danasîna pirtûka di encama “Hemwelatî, Koçberî û Aktivîzma Jinan li Kurdistan û Dîasporayê” hat kirin.

Lêkolînerên di projeye de cî girtin, li ser gotarên xwe yên di pirtûkê de agahî dan.

Di roja duyemîn de, fîlma bi navê On the Roads of Freedom / Li Ser Rêyên Azadî ye (2023) ya Maria û Şîvayê Galvazî hat pêşkêşkirin.

Kurdolog Joanna Bocheńska ku serkêşa projeyê ye, tevlî bernameyê bû.

Paşê, çalakvana kurd Rezan Salih û nûnera Balyozxaneya Îraqê li Belçikayê Dr. Bêrivan Doskî li ser bi mêvanan heyî re gotûbêjekê kirin.

Lêkolîner Joanna Bocheńska, Karol Kaczorowski, Dobrosława Wiktor û Azad Hacîaxa tevlî bernameya li Brukselê bûn.

Hêjayî gotinê ye, kurdologa polonî Bocheńska berpirsê vê lêkolînê ye ku di encama wê di pirtûkê de bê çapkirin.

Di bernameya roja duyemîn de pêşkêşîya pirtûk, fîlm û giftûgo digel çalakvanên jin ên kurd pêk hat.

Bernameya vê koma projeya lêkolînê wê di navbera 28 sibat û 1ê adarê de li Londonê jî bê lidarxistin.

Çî ye armanca projeyê?

Projeya “Hemwelatî, Koçberî û Aktivîzma Jinan li Kurdistan û Dîasporayê” li bakur, başûr û rojhilatê Kurdistanê hatîye meşandin.

Armanca esasî lêhûrbûna pirsgirêkên koçberîyê ye bandorê li kurdên koçber û civakên dike.

Mafê temsîlîyetê, çalakîyên hunerî û aktivizma jinê mijarên projeya ALCITfemê ye.

Derfeta pevguhertina zanîn û tecrûbeyên cuda bi jinên kurd re, yek ji armanceke din a projeyê ye.

Encamên vê lêkolînê bi slaytan hatin pêşkêşkirin.

Gotarên akademik hatin amadekirin

Di çarçoveya vê projeya berfireh de 8 gotarên akademîk hatin amadekirin.

Yek ji van gotarên balkêş a Joanna Bocheńska, Wendelmoet Hamelink, Kaziwa Salih, Hüseyin Rodi Keskin e ku bi navê, Small Circles of Empowerment Kurdish Women Claiming Citizen Rights and Agency through Language Revitalisation di kovara International Journal on Minority and Group Rights (2023) de hatîye weşandin.

Gotareke din a ji alîyê Huseyin Rodi Keskin ve hatîye nivîsandin li ser mijara hewldanên ji bo vejîna zazakî ye.

Ev gotar jî bi navê Cultural Initiatives for Language Revitalisation among Kird/Zaza Women in Turkish Kurdistan di 2024an de di Fritillaria Kurdica ya Bulletin of Kurdish Studies de hatîye weşandin.

Ji aliyê çepê ve, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Brukselê Derwêş Ferho, nivîskara ku Dr. Bêrivan Doskî û beşdarên din ên bernameyê.

Kîjan sazî hevkarîya projeyê kirin?

Beşdarvanên projeya li ser aktîvîzma jinên kurd ev in:

Beşa Lêkolînên Kurdî ya Enstîtuya Xebatên Rojhilatnasî (Fakulteya Filolojiyê) ya Zanîngeha Jagiellonskî (JU, Kraków), Navenda Çanda Sinemayê ya Adrzej Wajda, Navenda Xebatên Pêşketî yên Nifûs û Olê (CASPAR) ya Zanîngeha Aborînasiyê ya Krakovê (CUE), Navenda Zayendî (STK, Senter for Tverrfaglig Kjonnsforskning) ya Zanîngeha Osloyê (UiO), Fafo, Enstîtuya Kar û Lêkolînên Civakiyê ya li Osloyê, Enstituya Kurdî ya Bruksel, Tora Akademîsyen û Profesyonelên Kurd (Kurd Akad), Malagel (Halkevi) Navenda Kurdî û Tirkî ya Civakî li Londonê.

Kê ev projeyê finanse kir?

Projeya Çalakvanî û Bingehên Wê yên Exlaqî û Çandî: Hemwelatiya Alternatîf û Rolên Jinan li Kurdistan û Dîasporayê (ALCITfem) desteka fînansî ji Norwêcê girtîye.

Proje di çarçoveya bernameya Grieg a Navenda Zanistê ya Neteweyî ya Polonyayê de bi Hîbeyên Norwecê hatîye fînansekirin.

Ji bo xwendina gotarên di encama projeyê de hatîne amaderikin bitikînin.

Foto: Logoya Enstîtuya Kurdî ya Brukselê

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Yekitîya Ewrûpayê ji bo Sûrîyeyê civîya

Yekîtiya Ewrûpayê ji bo piştgirîya bi Sûrîyeyê re îro li Brukselê civîya. Wezîrê Karên Derve …